Li Soran dû jin bi hevre hatin qetilkirin

Li bajarokê Soran a sînorê bajarê Hewlêrê mêrek ku dû hevjînên wî hene, herdû jin bi hevre qetilkir.

Navenda Nûçeyan- Aqlê bi navê Ola Îslamê,  roj bi roj jinan dike kole. Rê li ber qetilkirina jinan vedike û jin ji mafên xwe bê par dimînin her roja ku diçe qetilkirina jinan zêde dibe. Di bûyera herî nû de dû jin ji aliyê mêrê ku pêre zewîci, bi hevre hatin qetilkirin.

Li taxa Kanî ya bajarokê Soran a girêdayî bajarê Hewlêrê, mêrek ku dû hevjinên wî heye bi çekê her du hevjînên  xwe qetil kir.

Li gora zanyariyan herdû jin li ber çavê zarokan hatin qetilkirin û der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.