Emîne Şenyaşar serdanên xwe yên li Enqereyê didomîne

Emîne Şenyaşar a hevjîn û zarokên wê ji aliyê parazvan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, çû serdana Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê.

Enqere- Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû qetilkirin û Parlamenterê Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Ferît Şenyaşar. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Enqereyê ziyaret kir.

Parlamenterê Partiya Çep a Keskan a Colemêrgê Vezîr Parlak jî beşdarî serdanê bû. Malbata Şenyaşar ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê (MYK) Nuray Çevîrmen û endamên ÎHD'ê ve hatin pêşwazîkirin. Emîne Şenyaşar tiştên piştî komkujiyê hatin jiyîn bi endamên ÎHD'ê re parve kir.

Nobeda Edaletê derbasî Enqereyê bû

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û Ferît Şenyaşar ê ku ji êrîşê bîrîndar rizgar bibû, di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeda edaletê kirin.

Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 846'an de dabû destpêkirin bi dawî kir, biryar da ku nobedê bibin Enqereyê. Meşa ku Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji bo randevûyê bigirin xwestin ber bi Wezareta Edaletê ve biçe ku di 26’ê Tîrmehê de li Meclîsê bi tevlîbûna wekîlên Nobeda Edaletê daxuyanî dabûn, hat astengkirin. Bi çalakiya rûniştinê ya li ber Deriyê Meclîsê ya Dîkmenê astengî protesto kirin.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di 27'ê Tîrmehê de di roja duyemîn a nobedê ya li Enqereyê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin pêk anîn.