Li Kuweytê li dijî pêşnûme zagonê bertek hat nîşandan

Rêxistinên civaka sivil ên Kuweytê bang kirin ku pêşnûme zagona ku gefê li mafên jinan dixwe û wê di Tebaxê de bikeve dengdanê ya bi navê “Jinên Kuweytê divê quralên huqûqa Îslamê ya hatiye pejirandin pêk bînin” were betalkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Kuweytê pêşnuma zagona ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinên giştî ya hikumetê va hatiye avakirin, 6 rêxistinên civaka sivîl ev yek weke gefek li hemberî mafên jin û destkeftiyên wan nirxand û daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku pêşnûmezagona li dijî destûra bingehîn e careke din di ber çavan re were derbaskirin.

Li dijî zagona bingehîn e

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xala di madeya 16’an a pêşnûme zagonê de cih digre rêxistinên civaka sivîl li dijî guherîna ku dibêje; “Jinên Kuweytê divê quralên huqûqa Îslamê ya hatiye pejirandin pêk bînin” ku wê di hefteya yekem a meha Tebaxê de were erêkirin, destnîşan kirin ku tu guherîn di vê madeya vê pêşnûmeyê de nehatiye kirin û wiha hat gotin: “Azadiya baweriyê mutlaq e û dewletê vê azadiya ku baweriya ayînê diparêze binpê kiriye. Civaka Kuweytê ji bo derketina derve û di teyîsandina bihêzkirina rola jinan di bingeha destûra bingehîn de ye hev nagire.”

‘Dest ji hedefgirtina jinan berdin’

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku madeya di pêşnûme zagona mijarê gotinê de ku di madeye 16’an de cih digre careke din di berçavan re were derbaskirin û bang hat kirin ku hinek endamên meclisa netewî dest ji hedefgirtina jinên Kuweytî berdin û destnîşan kirin ku hinek parlamenterên li parlamentoyê ji bo sînordarkirina mafên jinan bixebitin û wiha hat gotin: “Komîteya bûyerên negatif, ji bo cerahên estetîkê qural tên danîn, hinek tezên marjînal ên ku qedexekirina deqan pêşkêş dikin. Pêşketina perwerdeyê, ji holêrakirina gendeliyan, hete hinek mijarên acîl ku pereyê civakê bidinê ji bîr kirine.”