Li Somaliyê ji ber lehiyê rewşa awarte hat ragihandin

Li Somaliyê di encama lehiya ku ji ber barana zêde de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan rewşa awarte hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Lehiyên ku di serê meha Cotmehê de li gelek herêmên Somaliyê rû dabû, zêdetirî 31 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî nîv milyon kesên din jî neçar man malên xwe biterikînin.

Îro hikûmeta Somalî ragihand ku piştî baranên zêde û lehiyên mezin ku bandor li gel kiriye tevahiya welat ketiye rewşa awarte û diyar kir ku lehiya ku li hin deverên welat bandor kiriye bûye sedema ziyanên madî û mirovî.

Hikûmeta Somalî teqez kir ku piştî ziwabûna herî mezin di 40 salên dawî de lehiyên  ji ber barana zêde çêbûn 500 hezar kes koçber bûn û 31 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Civîna awarte ya hikûmetê bal kişand ser bersiveke bilez, bandora krîza mirovî û derbarê veqetandina çavkaniyê de nîqaş hatin kirin, tevlî alîkariyên rêxistinên navneteweyî jî bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûne.

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Somaliyê dibe ku jiyana nêzî 1,6 mîlyon kes ji ber lehiyê bandor bibe ku dê heya Kanûna pêş me bidome û îhtîmal heye 1,5 mîlyon hektar zeviyên çandiniyê wêran bibe.