Li sînorê Kobanê banga ji bo AKP’ê: Riya aştiyê di Rojava re derbas dibe

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê, jinên li Pirsusê di çalakiya nobetê de ne. Jinan bibîr xistin ku li aliyek hevdîtinên li Îmraliyê, li aliyê din jî êrîş berdewam dikin û gotin: “Riya aştiyê di Rojava re derbas dibe.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha- Êrîşên dewleta Tirk ji 8’ê Kanûnê ve li hember Bendava Tişrînê ya ku li başûrê bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye ye, berdewam dikin. Bi zêdebûna êrîşan re gel ji Mêrdîn, Nisêbîn û navçeya Rihayê Pirsûsê dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakiya ku li dijî êrîşan hatiye destpêkirin û çalakiya ku li sînorê Kobanê û Qamişlo hatiye destpêkirin, li gelek bajaran belav bû. Çalakiya ku di 9’ê çileyê de destpê kiriye, wê heta 31’ê Çileyê bidome. Di vê çarçoveyê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyê gelek daxuyanî hatin dayîn û meş hatin lidarxistin.

Jinên di nobeta li ser sînor de destnîşan kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li aliyek hevdîtin tên kirin, li aliyê din êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Jinan gotin ku ger pêvajoyek çareseriyê çêbibe divê ev êrîş bidawî bibin. Jinên li sînorê Kobanê li dijî êrîşan têdikoşin, diyar kirin ku aştî bi yek alî nabe.

‘Ger aştiyê bixwazin bila destê xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikşînin’

Dayîka Aştiyê Ferîde Demîr ku beşdarî çalakiya nobetê bûye bi gotina, “Em aştiyek bi rûmet dixwazin” bang li desthilatê kir û got: “Li aliyek berdewamiya hevdîtinan, li aliyê din êrîş, nîşaneya jidilnebûna hikûmetê ye. Piraniya malbatan li wir in û nîvê din jî li virin. Em dixwazin ev sînor nebe. Bila êdî xwîn nerije û aştî ava bibe. Em dayîkên aştiyê, ev bi salan e ji bo avakirina aştiyê gavek ku me neavêtiye û cîhek ku em neçûne nemaye. Riya Aştiyê îro di Rojava re derbas dibe. Ên ku aştiyê dixwazin bila destê xwe ji Rojava bikşînin.”   

 ‘Em ji lîstok û hîleyan bêzar bûn’

Turkan Bilir a di çalakiya nobetê de ye bi gotîna “Êdî her kes ji lîstok û hîleyan bêzar bûye” xwest ku pêvajo bi awayek jidil were meşandin. Turkan Bilir da zanîn ku Kurd êdî li benda gavên şênber in û wiha got: “Îro Rojava em in, em jî Rojava ne. Divê ji bo gelê li wê derê em têbikoşin.”

‘Divê hikûmet gav bavêje’

Şadiye Akturk xwest ku şerê li dijî Kurdan tê meşandin bi dawî bibe û wiha got: “Ji bo çar parçeyên Kurdistanê em li vir in. Li dijî vî şerî divê gelê Kurd bibe yek. Pêwîst e ku hikûmeta Tirk di vê xalê de gav bavêje. Ji cîhê ku ne xaka wan e bila leşkerên xwe bikşînin. Divê dewlet polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bike. Bi tunehesibandina gelê Kurd naghîjin cîhek jî. Îro ger tecrîd bi dawî nebe û girtî neyên berdan em jî azad nabin.”

Banga yekîtiyê

Çîgdem Karabulak, tevî hemû êrîşan baweriya xwe ya bidestxistina serkeftinê ji dest nedaye. Çîgdem banga yekîtiyê li Kurdan kir.  Rihan Kaplan jî anî ziman ku jin êdî ji bo ku ciwan neyên qetilkirin daxwaza aştiyê dikin. Rihan wek  jinek Kurd ji sînor bang li hemû jinên dinyayê kir û got: “Divê hemû dinya dengê me bibhîze. Divê ew jî li dijî vî dengî tiştek bikin, aştî bi yek alî ava nabe. Ji bo vê yekê, divê hemû têbikoşin.”