Koçberên Efrînê li hêviya vegera li welatê xwe ne

Koçberên Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane koçber bin û herin Şehbayê, li hêviya vegera li welatê xwe ne.

SÎBÎLIYA EL IBRAHÎM

Reqa – Roja 20'ê Çileyê, salvegera êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê ye. Hê birînên koçberan ên ji bo vegera li Efrînê derman nebûne, carek din koçber bûn û ji Şehbayê berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di sala 2018'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî kantona Efrînê kirin. Gelan bi hemû hêz û pêkhateyên xwe 58 rojan li hember hovîtiya dagirkeriyê liberxwe dan. Dewleta Tirk çekên qedexekirî di van êrîşan de bi kar anî. Gel ji bo parastina rûmeta xwe  piştî berxwedana 58 rojan neçar man koçber bin.

Di salên dagirkirina Efrînê de li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve bûyerên qetilkirin, revandin, destavêtin, talankirin û dizî li hember kesên ku li ser axa xwe mane rû dan. Îrade û berxwedana gel a li Şehbayê li dijî berjewendiyên navnetewî bû, loma vê carê dewleta Tirk êrîşî koçberên li Şehbayê kirin û ew carek din ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve koçber kirin. Hin ji wan li bajarê Reqa û Tebqayê di nava astengiyên jiyanê de berxwedana xwe dewam dikin.

Kiryarên dij mirovî dimeşînin

Hevseroka Hevbenda Civakî ya Efrînê Meryem Bîlal derbarê rewşa koçberan û berxwedana wan de axivî. Meryem wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina herêmên Sûriyê û guhertina demografiya wê hewl dide carek din dagirkeriya Osmanî nû bike. Li Efrînê  ji wêrankirina cîhên dîrokî bigre heya qedexekirina zimanê Kurdî û li şûnê ferzkirina zimanê Tirkî gelek guhartinên demografîk rû dan. Bi vê yekê dixwaze xeyalên Osamnî li herêmê zindî bike. Di heman demê de kiryarên xwe seranserî salên dagirkeriyê, bi ser gelê herêmê û jinan de didomînin. Revandin, qetilkirin, destdirêjî, binçavkirin û xwestina fidyeyan bê navber didomin. Heta xweza û darên zeytûnê para xwe ji van kiryaran girtin.”

'Heya dagirkerî têk neçe wê têkoşîn nesekine'

Meryem Bîlal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe carek din koçberên Efrînê koçber kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dewleta Tirk piştî ku Efrîn dagir kir, êrîşên xwe li ser Şehbayê û wargehên koçberiyê nesekinand heta ku carek din ew koçber kirin. Li dijî her cureyên zehmetî û koçberiyê em xwedî biryar in di berxwedana xwe de. Em tu car teslîmiyetê qebûl nakin. Heya ku em dagirkeriyê têk nebin, em tu car têkoşîna xwe ranewestînin.”

Di nav zehmetiyên jiyanê de berxwedan didome

Naîma Reşo jî ku ji koçberên navçeya Cindirêsa Efrînê ye wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker em ji Efrînê koçber kirin û me li Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê berxwedana xwe didomand. Di nav zehmetiyên jiyanê ji qersa zivistanê bigre heya êrîş û dorpêça ser herêmê, me berxwedanek mezin meşand. Her ku dewleta Tirk bi ser me de komkujî pêk dianî, em neçar man berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em bi armanca parastina rûmetên xwe ya ji kiryaran koçber bûn.”

Hêviya vegerê hê jî wenda nekirine

Naîma Reşo anî ziman ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, bi mirinê re rûbirû dimînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya vê kêliyê em rojane bi mirin û zehmetiyên jiyanê re dimînin. Em Kurd in û em ê ji bo doza xwe her têbikoşin. Hêviya me ya vegera Efrînê bi rûmet xurt e û tu êrîş nikare vê hêviyê biçewsîne. Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku rê li pêşiya kiryar û sûcên dagirkeriya dewleta Tirk bigirin.”