Li Silêmanî Pirtûkxaneya Jinên Kurd wê were vekirin

Wê îro li bajarê Silêmaniyê Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, ku yek ji xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, were vekirin.

Navenda Nûçeyan- Îro Xewn û projeya Nagîhan Akarsel ya ji bo avakirina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd pêk tê. Wê navend îro bi tevlîbûna jinên ku ji Rojhilata Navîn û Ewropayê hatin li bajarê Silêmanî were vekirin.

Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, salek beriya niha li Silemaniyê ketibû meriyetê. Di çarçoveya projeyê de xebatên ji bo veguheztina berhemên jinên cîhanê ji bo nifşên paşerojê û her wiha berhemên nivîskî, devkî, mîtolojîk, helbestî, dengbejî û xêzkirina jinên Kurd ên ji dîrokê heta niha bêne kirin. Armanc ew e ku bibe pirtûkxaneyek ji berhemên ku têkoşîn, hilberandin, çand û hişmendiya jinan ji demên berê heta niha li Kurdistanê nîşan dide û navendek arşîv û bîranînê ye ku ne tenê berhemên nivîskî, lê yên dîtbarî û bihîstinî yên jinên kurd tê de werin berhevkirin û parastin.

Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, wê îro di saet 17.00’an de were vekirin û bername wê heta sibê berdewam bike.

Nagihan Akarsel kiye?

Endama Navenda Lêkolîna ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jinek lêkolîner, arşîvan û rojnamevan bû. Di sala 1976’an de li gundê Xêlîkan a ser bi bajaroka Gulyazî ya girêdayî bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayî jiyana xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand. Roja 4’yê Cotmeha 2022’yan di encama êrîşa ji aliyê  MÎT’a dewleta tirk ve li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hate qetilkirin.