‘Berxwedana bi biryar a dayikê dê edaletê bîne welat’

Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê 824 roj in didomîne, ev peyam parvekir: "Berxwedana bi biryar a dayikê dê edaletê bîne welat."

Riha – Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin û kurek wê jî birîndar bû. Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dan destpê kirin, di roja 824’ê de didome.

Emîne Şenyaşar ji ber ku dawiya hefteyê Edliyeya Rihayê girtî ye, Nobeda Edaletê di roja 824’emîn de li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Di parvekirina hesabê medyaya dîjîtal a twîtterê ya malbata Senyaşar de wiha hat gotin:

“Hêvî kirin, têkoşîn e. Heta ku em têbikoşin, mafê me yê hêvî kirine heye. Têkoşîna dayikê li dijî xerabî û bêedaletî berxwedaneke bê tundî ye. Berxwedana bi biryar a dayikê dê edaletê bîne welat!”