Li ser girtiyên jin zexta ‘qawîşa bêalî'

Hat hînbûn ku ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Erzînganê zexta derbasbûna "qawîşa bêalî" hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan- Nurcan Aslan a li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê girtin, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.

Nurcan Aslan, diyar kir ku 15 kes di qawîşek de tên girtin û anî ziman ku zexta ketina ‘qawîşa bêalî’ li wan tê kirin. Nurcan Aslan, da zanîn ku divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û parazvanên mafên mirovan li girtîgehê lêkolînê bikin.

Delîl Ufak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê tê girtin jî tiştên dijî vegot, di hevdîtina xwe ya bi malbatê re anî ziman ku di qawîşên yek kesî de 3 kes dimînin û televîzyon, sarinc û firaqên wan hatine desteserkirin. Delîl Ufak, bi van gotinan bang kir: “Em dixwazin qawîşên me bên guhertin. Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîiê û Komeleya Mafên Mirovan li girtîgehê de lêkolîn bikin."