Bultena Tecrîdê: Agahînegirtina mutleq heye

Di hejmara 7'an a "Bultena Tecrîdê" ya ji aliyê OHD'ê ve hat weşandin de, asta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin parvekirin.

Navenda Nûçeyan-Di bultena ku bi armanca têkildarî tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, civakê agahdar bike tê weşandin de hat bibîrxistin ku agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di bin tecrîda giran de tên girtin ketiye meha 38’emîn. 

Di bultenê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê 24 sal û 2 meh û 18 roj in tecrîdek heye, 4 sal sal û mehek û 30 roj in malbat nikarin hevdîtinê bikin, 4  sal û 8 meh û 26 roj in parêzer nikarin hevdîtinê bikin û bal hat kişandin ku 2 sal û 13 meh û 7 roj in jî pêkanîna “agahînegirtina mutleq” heye. 

'Wezareta Dadê tecrîd red kir'

OHD’ê di bultenê de cih da bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya ku ji serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di 7’ê kanûna 2023’an de kir. Di agahdarkirina ku bi sernavê “Wezareta Dadê tecrîd înkar kir” hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Ji aliyê midûriyetê ve hat îdiakirin ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke mutleq tune ye û girtî bi awayekî wekhev ji hemû mafên xwe yên bi qanûn û rêzikan hatine dayîn sûdê digrin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî li Wezareta Dadê ev bang kir ‘herî dawî kengî hevdîtin hat kirin’.”

Bal hat kişandin ser rewşa Veysî Aktaş

Di bultenê de bal kişandin ser rewşa Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û berdana wî salekê hatiye taloqkirin. Di agahdarkirina bi serenavê “Berdana Veysî Aktaş hat taloqkirin” hat dayîn de hat diyarkirin ku Veysî yê li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin li gorî mudetnameya beriya niha Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê amade kir diviyabû di 28’ê Nîsana 2024’an de hatibûya berdan lê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî salekê hatiye taloqkirin. Di bultenê de hat destnîşankirin ku biryar li dijî qanûn û hiqûqê ye û wiha hat gotin: “Ev biryara ku tê wateya xespkirina azadiya birêz Aktaş nedan parêzerên wî.”

 Helwesta CPT'ê hat parvekirin

OHD’ê di bultenê de cih da çalakiya bi daxwaza “azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” ji aliyê girtiyên siyasî ve tê meşandin. Di rûpela duyemîn a bultenê de ji bilî çalakiya “boykotê” ya li girtîgehan berdewam dike, daxuyaniyên ji aliyê Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewropayê (CPT) Alan Mîtchel ve hatine dayîn ku komîteyê di sala 2022’yan de serdana Îmraliyê kiriye, rapor amadekirî ye lê bi pejirandina Tirkiyeye dikare bê weşandin jî cih girtin. 

Yek ji beşdarên konferansa di 11’ê Nîsanê de li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin, ji parêzerên Baroya Parîsê Jûan Prosper, li ser asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê û nêzîkatiyên CPT’yê yên li dijî tecrîda navborî nirxandinên xwe kir.