Ji bo siyasetmedara Kurd Leyla Zana ceza hat xwestin

Di doza ku derbarê siyasetmedar Leyla Zana de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê " hat vekirin de ceza hat xwestin.

Navenda Nûçeyan-Danişîna 4’emîn a doza derbarê siyasetmedara kurd Leyla Zana de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Zana bi parêzerê xwe re ji Edliyeya Farqînê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. 

Ji ber 4 axaftin û 3 parvekirinên Leyla Zana yên medyaya dîjîtal ên di dema xebatên hilbijartinê yên salên 2014-15’an de derbarê wê de doz hatibû vekirin û dozger di danişîna beriya niha de ji sûcê “propagandaya rêxistinê” doz vekiribû. Lê pişt re dozger diyar kir ku şertên “endamtiya rêxistinê” yên Dadgeha Bilind pêk hatine û xwest ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza li Zanayê bê birîn. 

Dozger di vê danişînê de mutalaya xwe ya beriya niha dubara kir. Parêzerê Zanayê Îbrahîm Çelîker jî li dijî mutalayê daxwaza demê kir. 

Dadgehê daxwaza Leyla Zana û parêzerê wê qebûl kir û danişîn taloqî 2’yê Tîrmehê kir.