Li Semsûrê gorên erdhejzedeyan tên vekirin
Li Semsurê ku hê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ne zelal e, bi dehan kes hene bê ku bên teşhîskirin li grên komî hatine veşartin û di qeydan de hê weke jiyan dike dixuye. Ve carê jî li bajar dozger goran vedikin û nimune digrin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr - Di erdheja ku navenda wê Mereş e, ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, li gorî daxuyaniyên fermî li Semsûrê hezar û 484 avahî hilweşiyane û hê jî nayê zanîn ku ka çend kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji derveyî gund û navçeyan tenê li goristanên şaredariyan ên li navendan 7 hezar hejmarên goran hene. Li bajarên ku di bin kavilan de li benda derxistina cenazeyan in, li gorî îdiayan gelek kesên ku bêyî cenazeyên wan were teşhîskirin hatine definkirin. Dozgeriyê li bajaran ji goran dest bi nimûnegirtinê kirine, hat zanîn ku belegeyên mirinê yên kesên jiyana xwe ji dest dane tune ne.
Bi dehan cenazeyên ku nasnameya wan nehatine teşhîskirin hene!
Der barê mijarê de me bi erkdarek goristanê re hevdîtin kir û diyar kir ku sê roj in defin nayên kirin lê belê di dawiya roja sêyem de cenazeyê nêzî 2 hezar mirovan anîne li goristanê defin kirine. Erkdar diyar kir ku kesûkarên cenazeyên ku bi awayek komî hatine definkirin ne nav, tenê hejmara goristanê dane wan. Di definkirinên bi komî de bi dehan cenazeyên ku nasnemayên wan nayê zanîn hene. Erkdar da zanîn ku gelek mal tune bûne, yan jî ew kesên ku bi tenê tu kes û karê wan nîne nehatine teşhîskirin û bêyî ku berê xwe bidin ka hatiye teşhîskirin yan na hatine definkirin.
‘Belgeya mirinê ya kesên jiyana xwe ji dest dane nîn e’
Erkdar destnîşan kir ku ji roja yekem ve rayedaran bi nivîs belgeya mirinê û qeyd çêkirine û gelek mirovên ku jiyana xwe ji dest dane di qeydan de hê jî wekî ku dijîn xuya dikin. Erkdar bi bîr xist ku di bin kavilên avahiyan de cenazeyên mirovan derxistine û wiha got: “Gelek cenazeyên ku lêgerîna nasnameya wan nehatiye kirin hene, ne belgeyên mirovan ên mirinê ne jî qeydên wan hene. Bajarek mezin tunebû, li kolanan mirov neman. Hê mirovên ku cenazeyên wan nehatine dîtin hene, li goristanê bi dehan gorên bêkesan hene. Ji ber xeletiyekê van rojan dozger hat gorek vekir û nimûne girt. Tenê yên ku min dîtin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 10 yan jî 11 hezar e.”
‘Mirovên min yên ku du rojan deng derxistin, roja çaran cenzaeyê wan derketin’
Merve Lîmon ku di erdejê de 12 kes ji malabata xwe winda kiriye, da zanîn ku cenaze bi destan ji bin kavila de derxistiye û destnîşan kir ku du sê rojan bajar terkî qedera wî hat kirin û wiha got: “Mixabin, gelek mirov dikaribûn werin rizgarkirin, du dotmam û pismamên min li kêleka hev bûn, rewşa wan baş bû em bi wan re diaxivîn û me ew teselî dikirin, ew dikaribûn werin rizgarkirin lê belê roja çaran cenazeyê wan derket. Bi rastî jî êdî tu gotin nemaye. Malbatek dikaribû bihata rizgarkirin, em ê niha çi bibêjin ji wê zarokê re. Pirsa malbata xwe dike, em tiştekî nabêjin.”
‘Êdî tu gotin nemaye em bibêjin’
Merve Lîmon bi bîr xist ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji hejmara ku tê gotin pir zêdetir û hê bi dehan kesên ku xwe negihîştandine cenazeyan hene û wiha got: “Bi rastî gelek dereng man, yan jî ne tenê yên me gelek mirov mirin wê hemû rizgar bûbûna. Li gorî avahiyên ku hilweşiyane li Semsûrê hema bibêje ji 3 yek bajar maye. Hejmara rast nabêjin. Li gorî avahiyên ku hilweşiyane, ger em hesab bikin gelek mirî hene. Lê belê bi rastî ji em wisa di rewşek de ne ku tu gotin nemaye, gotin di qirika mirov de dimînin.”