Li Ranyayê jinan standa pirtûkan vekir

Di berdewamiya çalakiyên 15’ê Sibatê de, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên ciwan û têkoşer û ciwanên welatparêz ên herêma Ranyayê standa pirtûkan vekirin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Di berdewamiya çalakiyên 15’ê Sibatê de, ji bo şermezarkirina komploya Navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên ciwan û têkoşer û ciwanên welatparêz, di nava bazara Ranyayê ya îdareya wêgirêdayî Raperînê standa pirtûkan vekir.

Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûkên Sakîne Cansiz, kovara jineolojî û gelek pirtûkên din ên hatin pêşandan. Armanca vê standê belavkirina fikrên azad û nasandina têkoşîna Kurdan ji bo şêniyên navçeyê ye.

Xwendevana bi navê Suzan Mihemed behsa sûda xwendina pirtûkan kir û got: “Xwendina pirtûkan yek ji beşên herî girîng a jiyanê ye bi taybetî ji bo jinan. Ji ber ku her jina xwedî fikrên rewşenbîriyê be divê bixwîne. Civak bi pêş dikeve û dibe civakek rewşenbîr, ji ber wê gelek girîng e jin bixwînin, ji ber ku civak bi destên wan perwerde dibîne.”