Li herêmên erdhejê ji bo jin û zarokan xebatên taybet tên meşandin

Li herêmên erdehejê yên ku herî zêde trajedî li wan heye û bê parastin in, zarok û kesên astengdar, li herêmên karesatan dema xwe ya herî nexweş û bêparastin dijîn. Civaka sivîl ji bo wan û jinan xebatek taybet dide meşandin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Di herdu erdhejên ku navenda wan Mereş bû, li 10 bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeeyê bû sedema hilweşîna bi hezaran avahiyan û bi deh hezaran kesaan jiyana xwe ji dest dan. Bi derengî destpêkirina xebatên lêgerîn û rizgariyê yên AFAD’ê, yan jî tenê li hinek kavilan meşandina xebatê bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Di vê mijarê de li ruxmê erkdarê sereke AFAD e, dereng dest bi kar kir û li gelek herêman hê jî rakirina kavilan, ji roja yekem ve heta niha gel bi derfetên xwe yên kêm bi hevgirtinê hewl dide mirovên ku di bin kavilan de mane derbixin. Li herêmê bi hezaran erdhejok çêbûn û gel di sir û seqema ku pileya hewayê daketiye bin sifrê de li kolanan e, yan jî di bin konan de ne. Yên ku li bajaran mane êdî di bin kavilên avahiyan de li benda cenazeyên xizmên xwe ne. Li kêleka wê li bajarên din jî koçberiyek zêde heye.

Li herêmên erdhejê komên ku herî zêde zor û zehmetiyê dikşînin û bê parastin in jin, zarok û kesên astengdar in. Bi hezaran kes li herêmên erdhejê demên xwe yên herî xirab û bê parastin dijîn. Bi erdhejê re mirovên ku bi lingên tazî reviyan û tiştek negirtin ji malên xwe derketine, êşa windakirina kesûkarên xwe û windakirina malên xwe dikşînin û di ser wê de jî êşa serma û tunebûna pêdiviyên jiyanî zêde bibe.  

Gelek kes ji pêdiviyên sereke bêpar in

Li herêmên erdhejê tuwalet di rêza yekem de cihê xwe digrin. Li gorî agahiyên ku ji herêmên erdhejê tên, jin pêwîstiyên xwe yên tuwalêtê di navbera kavilan de û ji ber sedema ewlehiyê bi komên ku ava kirine pêk tînin. Madeyên ji bo paqijiyê û ava paqij tune ne. Ev rewş bi jin û zarokan re dibe sedema nexweşiyan. Pispor bi taybetî di mijara nexweşiyên jinan de hişyariyan dikin û li herêmê nîşaneyên şewbê xuya dikin. 

Ji bo wan tenê warek bi ewle pêwîst e

Li herêmên ku alozî lê serdest e, jin bi fikarin û diyar dikin ku li cihên vekirî tiştên ku jiyane bi awayekî hewl didin xwe biparêzin. Jinên ku ji bo xwe qada bi ewle ava kirine, hewl didin ji van sînoran dernekevin. Li kêleka wê jî di heman demê de ji bo jinên ku hem dayik in û erka lênêrînê li ser milên wan e gelek zehmetir e.

Birîn bi hevgirtinê dê werin pêçandin

Jinên ku bi lez cara yekem li Amedê dest bi xebatan kirine, koordînasyona krîzê ya jin zarok û LGBTÎ+ niha jî ji derveyî Amedê, hewl didin xwe bigihîjînin mexdûrên erdhejê yên li Semsûrê. Em bi seroka Komeleya Jinan a Rosa Adelat Kaya re der barê xebat û pêwîstiyên mexdûrên erdhejê re axivîn. 

Adalet Kaya da zanîn ku di di roja yekem û duyem a erdhejê de bi taybetî berê xwe dane qadên ku gel lê kom bûne, bi bîr xist ku destpêkê analîza pêwîstiyan kirine û wiha got: “Ji ber ku mirov ji nişkave ji malên xwe derketin, destpêkê pêwîstî bi cil, xwarin û germahiyê heye. Rêxistinên civaka sivil ên li bajar, insanên xwedî kar, xwendekar, karkerên inşaatê û rêxistinên pîşeyan divê bi awayekî bi lez organîze bibin û xebatê bi rêxistin bikin. Ger ev were pêkanîn mirovên ku li bajar, kolanan bin, wê hem derfetên cihê lê mayînê hem jî ji bo derbaskirina pêvajoya wê derfetên lêmayînê çêbibin. Di heman demê de di mijara alîkariyê de hewl didin piştevaniyê bikin. Em beşdarî civîna yekem a platforma bajar a piştevaniyê ya li Amedê bûn. Piştî vê civînê, der barê hemû jin û zarokan de, li gel rêxistinên civaka sivil bûn, ev jî weke jin, zarok û LGBTİ+me koordînasyona krîzê ava kir. 

Destpêkê tiştên pêwîst tên tesbîtkirin

Adalet Kaya diyar kir ku li qadên li hev kombûnê, li cihên konan pêwîstiyên jin û zarokan rasterast tên tesbîtkirin û li gorî wê xebat tên meşandin û wiha domand: “Li qadê havalên me hene, destpêkê pêwîstiyan tesbît dikin, em jî girêdayî wan hewl didin pêdiviyan pêk bînin. Di roja 3’an a erdhejê de, careke din me dest bi avakirina tîman ji bo Semsûrê kir. Di tîma yekem de ez hebûm, em sê rojan li Semsûrê bûn, me gelek xebat dan meşandin, li gundan me bi jin û zarokan re hevdîtin kir û me pêwîstiyên wan tesbît kir, em bi wê ve girêdayî xebitin.”

Wê ji bo jin û zarokan qad werin avakirn

Adalat Kaya destnîşan kir ku wan di merheleya yekem de Semsûrê, wekî herêma pîlot hilijartine û wiha got: “Her sê roj carekê em tîmên dilxwaz dişînin herêmê, em dikarin bibêjin ev tîmane hêjane. Em wan rêdikin gel mirovên ku dizanin çibikin, li wê serê rewş gelek xirab e ji ber tu rêxistinên civaka sivîl nîn in. rêxistinên pişeyî di halê ku nikarin bixebitin de ye. Piraniya mirovan yan jiyana xwe ji dest dan yan jî cenazeyên xizmên xwe radikin yan jî li ser kavilan li benda cenazeyên xwe ne. Li wê derê pirsgirêka cidî ya bicihbûnê heye, hewa jî gelek sar e em difikirin ku di vî alî de ji qadan ji bo jin û zarokan ava bikin, tespîtên em ên wisa hene.”

Adalet Kaya bi bîr xist ku ew difikirin weke xet li Amedê bi giştî cihên kombûnê yan jî bajarên kon ji bo jin û zarokan vekin û got: “Em ê li vê derê hewl bidin xizmeta alîkariya derûnî bidin, ji bo zarokan qada lîstinê ava bikin. Der barê vê mijarê de hem navneteweyî û hem jî li Tirkiyeyê bi rêxistinên jin û zarokan re wê bikevin nava têkiliyan.”   

'Barê lênihêrînê vediguhere tundiyê'

Adalet Kaya axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo jin û zarokan bandorên cuda cuda yên erdhejên li her herêmê pêk tên heye. Li gorî herêman diguhere. Li Amedê gelek kes li derve mane. Elbet windahiyên canî hene lê ne pir belav e. Ji ber vê yekê mijara stargeh, paqijî û gihandina hîjyenê derdikeve pêş. Di warê jinan de jinan rewş hin zêdetir xerab e. Ji ber di şert û mercên kon de hildigirina jinan a barê hemû ferdên malbatê, vediguhere pirsgirêkeke mezin. Dîsa herî zêde jin û zarok mexdûr dibîn. Ji bo zarokan herî zêde daxwaza lîstokan çêbû. Zarokan dayikên xwe ji bo standina lîstokan tînin qadên xurek lê tên belavkirin. Di warê jinan de, ji ber ku yên ku barê berpirsyartya lênihêrîna malê hildigrin jin in. Di şert û mercên karesateke wiha de ew dikare veguhere tundiyê pir mezintir.”

’Jina ku ji bo alîkariyê çû tundî dît’

Adalet Kaya, diyar kir ku bi xebatên wan re astengî jî mijara gotinê ye û wiha axivî: “Astengî mijara gotinê ye, em rastî gelek astengiyên burokratîk tên. Bi taybetî em dema gihandina alîkariyên rêxistinên jinan ên ji derveyî welat tên de pirsgirek dijîn. Hevalên me yên ku hewl didin di konan de bi jin û zarokan re têkiliyê deynin, ji aliyê hezên dewletê ve tên astengkirin. Mînak hevalekî me li Parka Newrozê ya Amedê rastî tundiya hezên dewletê hat. Bi xirikandinê ji qada konê hat derxistin. Em rewşên wiha dijîn. Em bi pirsên wekî “Hûn kî ne û hûn çima vî karî dikin” re rû bi rû tên. Ango tevî ku em bibêjin em rêxistineke jin û zarokan in jî dixwazin me ji herêmê dûr bixin.”

'Jiyana nû dê bi hêza me ya rêxistinbûyî ava bibe'

Adalet Kaya herî dawî banga piştgirîdayîna xebatên xwe kir û wiha got: “Banga me ev e: “Di warê Amedê de ji ber pir xurtbûna civaka sivîl û hemû kes di qadê xwe de bi hevkariyê, me bi lez û bez xwe birêxistin kir û pêdiviyên gel dabîn kir. Ji ber ev li bajarên din pêk were em bang dikin. Em dixwazin vê karî li bajarên din ên erdhejê jî kanalîze bikin. Werin em bi hev re herin li wan deran. Honandina jiyana nû ya li wir dê bi tevgerkirina me ya hemû bi hev re û birêxistinî pêkan be.”