Li Rojhilatê Kurdistanê şeş roj in dikan girtî ne

Serhildanên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, esnafan îro jî li Rojhilat dikanan venekirin.

Navenda Nûçeyan - Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daket qadan û dest bi serhildanan kir. Bi hezaran kesan xwestin rejîm were guhertin û qad neterikandin. Du meh in serhildanên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Îro jî li Rojhilatê Kurdistanê esnafan kepengên xwe venekirin. Bi rojane greva giştî û çalakiya girtina kepengan û neajotina wesayîdan berdewan dike. Îro li Sine Kamyaran, Mahabad, Şino, Dîvandare, Dehgolan, Seqiz, Merîwan, Pîranşahr, Bûkan û Kamyaran û li gelek bajarên din çalakî hebûn.

Polîs û leşkerên girêdayî rejîma Îranê gef li esnafên ku kepeng venekirin xwarin. Esnafan diyar kirin ku ji bo polîtîkayên qetliamê yên rejîma Îranê protesto bikin kepengên xwe girtine. Li tu bajaran tu kesê texsî û wesayîdên xwe neajot. Li Rojhilat çalakiya girtina kepengan û neajotina wesayîdan di roja xwe ya şeşan de berdewam dike.