Li Rojhilat û Îranê serhildana gel didome
Serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma ‘jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir di meha 6’an de didome, duh êvarê li gelek bajaran gel daket qadan.
Navenda Nûçeyan – Êrişên ku di 16’ê Îlona 2022an de piştî ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribûn, berdewam dikin. Serhildana ku ket meha şeşan, şeva borî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi çalakî û dirûşmeyên li dijî hikûmetê berdewam kir.
Li bajarên Sine, Ciwanro, Kirmaşan, Banê, Mehabad, Bukan û Seqizê ku berxwedan didome, al û pankartên hikûmetê yên Îranê hatin şewitandin, dîwarên avahiyên hikûmetê bi dirûşmeyên azadiyê hatin boyaxkirin û sirûdên şoreşgerî yên bi Kurdî hatin berzkirin
Dîsa li bajarên Îranê, Tehran, Bojnord, Şîraz, Hemedan, Bandar Abbas, Îsfehan, Kerec, Ehwaz, Îze, Tebrîz, Meşhed, Qum, Sarî û gelek bajarên din, xwepêşanderan baregehên Besîc şewitandin. Pankartên reklaman hatin daxistin û bi nivîsandina sirûdan li korneyê erebeyan dan. Her wiha belavokên li dijî hikûmetê hatin belavkirin.