Xelkê Şehbayê ber bi benda kontrolê ya hikûmeta Şamê ve meşiyan
Gelê Şehba û Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçberî Şehbayê bûne li dijî dorpêç û ambargoya ji aliyê hikumeta Şamê ve tê meşandin meşiyan.
Şehba – Li dijî dorpêça hikumeta Şamê û derbasnekirina alîkariyên mirovî ji bo kantona Şehbayê xelkê Efrîn û Şehbayê herikîn qadan û berê xwe dan bendên kantrolê yên hikumeta Şamê.
Meşê ji çerxeriya navçeya Ehdasa Şehbayê heya benda kontrolê ya rejîma Sûriyeyê berdewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Siyaseta dorpêçê li ser gel kareseta mirovî zêde dike","Na ji dorpêça li ser gel re","Hikumeta Şamê nahêle alîkariyên mirovî derbasî heremê bibe" hildan.
Piştî ku meşvan gihîştin bendê kantrolê ya hikumeta Şamê ji bo giyanê pakrewanan deqeyek rêz hat girtin. Paşê ji aliyê Endama Ofîsa Dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehbayê Bêrîvan Xelîl ve hat daxuyanî hat xwendin.
‘Dorpêç û rêgiriya hikumeta Şamê didome’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di demên bi vî rengê yên bi karesat de divê piştevanî û piştgiriya mirovî hebe. Her wiha hat gotin ku li ser herêma Şehbayê 3 hezar malbatan ji Helebê berê xwe dan herêmê di vê rewşê de jî rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê didome û bal kişandin ku hikumeta Şamê bi dorpêç û rêgiriyê destûr nade ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyên Rêveberiya Xweser şandine bigihîjin hêrêmê.
‘Divê rêxistinên mafên mirovan alîkariyê ji bo Şehbayê bikin’
Di dawiya daxuyaniyê de Bêrîvan Xelîl bang kir ku divê riya ji bo alîkariyan were vekirin û got: "Em koçberên Şehba, Efrîn û Helebê yên ku di encama dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser herêmên me koçber bûne ne. Em koçberên Şehba û Efrînê, banga Hikumeta Şamê dikin ku nakokiyên xwe yên siyasî derbas bike û deriyên derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo hemû gelên Sûriyeyê û koçberên Şehbayê veke. Her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî û komeleyên xêrxwez dikin ku bi lez destwerdana mirovî li herêmên Şehbayê bikin, êş û azarên koçberan sivik bikin.”
Di dawiyê de gel li pêşiya benda kantrolê ya hikumeta Şamê xwepêşandan li dar xist.