Itziar Ituno Martínez: Bi rêya Heyva Sor alîkarî bikin

Lîstikvana rêzefilma ‘La Casa de Papel’ İztiar Ituno ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê peyamek bi dîmen ya piştevaniyê weşand û got: “Hêvî dikim ku hun alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên erdhejê bişînin.”

Navenda Nûçeyan – Lîstikvana rêzefilma ‘La Casa de Papel’ Itziar Ituno Martínez, peyamek bi dimen ji bo mexdûrên erdhejê weşand û daxwaz ji hemû kesan kir ku bi rêya Hevya Sor a Kurdistanê piştgiriyê bide mexdûrên erdhejê yên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê.

Peyama Itziar Ituno Martínez wiha ye:

“Ez vê peyamê ji mala xwe dişînim, lê hun dizanin Tirkiye, Kurdistan û Suriye ji ber erdhejek wêranker hejiya. Zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û winda ne, birîndar in û dibin kavilan de ne. Alîkarî tê, lê têrê nake û bi taybetî jî nagihe her derê. Ez dixwazim hun alîkariya xwe bişînin cihên ku kêm alîkarî diçinê û Heyva Sor a Kurd lê kar dike. Ez hêvî dikim hun hemû alîkariyan bi rêya Heyva Sor a Kurd bikin. Spasiya we dikim.”