Li Reqayê 6’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan
Li Reqayê 6’emîn Mîhrîcana Zarokan bi dirûşma “Zarokên me kevokên aştiyê ne” li bajarê Reqayê dest pê kir. 19 kom û 252 zarok beşdarî mîhrîcanê bûn.

Reqa – 6’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan bi dirûşma “Zarokên me kevokên aştiyê ne” ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Reqayê ve hatiye birêxistin, dest pê kir. 252 zarok ku cihê xwe di 19 komên navenda Çand û Hunerê ya Reqayê, Hîlala Zêrîn, Dibistana Gerestêrk a Zarokan a Meclisa Malbatên Şehîdan û gelek pêşdibistanên kantona Reqayê de digirin, beşdarî mîhrîcanê bûne.
Mîhrîcan li hola Tac a başûrê bajarê Reqayê bi beşdariya bi sedan zarok, malbatên wan, endamên Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê, Navenda Hîlala Zêrîn, hevserokên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê dest pê kir.
‘Rêber Abdullah Ocalan ji bo me ronahî ye’
Piştre, li ser navê zarokan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “14 sal e li welatê me şer didome. Şer gelek bandor li me kir, em tên topbarankirin û koçberkirin, hêvî û xeyalên me ji me dizîn, eşqa me ji muzîk û stranan re kuştin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo me ronahî ye, zarokatiye me bi ramanên xwe bedewtir kir. Rêber Abdullah Ocalan ji me pir hez kir. Wateyek da nameyên me yên ku ji dilê me yê biçûk derketiye. Ka werin em bi vê giyanê ji xewn, hêvî û zarokatiya Rêbertî hez bikin, li ser xewn û xeyalên wî pirtûkan binivîsin.”
Piştî daxuyaniyê, komên beşdar berhemên xwe pêşandan. Di dawiya roja yekemîn a mîhrîcanê de zarokê bi navê Qusay Selman straneke erebî got.
Mîhrîcan dê sibe 3’ê Îlonê bi hunerên nû û belavkirina xelatan bi dawî bibe.