Li Qamişloyê çalakî: Divê kujerên Hevrîn Xelef bên darizandin

Jinên Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo cihgirtina kujerên Hevrîn Xelef ê bi navên “Ebû Hatim Şeqra û Ebû Emşa” di rêveberiya demkî a HTŞ ê de şermzar kirin û gotin: “Divê li dadgeha navneteweyî kujer werin dadgehkirin.”

Qamişlo – Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi dagirkirina bajarê Serkaniyê û Girê Spî ji aliyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, bi hezaran şênî ji cih û warên xwe koçber bûn û hatin qetilkirin. Yek ji wan jî sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e ku di 12’ê Cotmeha heman salê de, di navbera, Tiltemir û Eyn Îsayê de ji aliyê çeteyên bi navên, Hatim Ebu Şeqra bi nasnav (Îhsan Feyad El Hayis) û Ebû Emşa ve bi awayekî hovane hat qetilkirin.

Jinên Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, li dijî tevlibuna kujerên Hevrîn Xelef ê bi navê, Ebû Hatim Şeqra û Ebû Emşa ku di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê cih digrin de çalakî li dar xistin.

Çalakî li ber Çerxeriya Sonî ya bajêr bi hilgirtina wêneyên, sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û bi pankartên bi nivîsa “Kujerên jinan ji Sûriyeyê re demokrasiyê naynin” dest pê kir heya ber Çerxeriya Şehîdên Qamişloyê berdewam kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê dayika Hevrîn Xelef Suad Mustefa axivî û got: “Ji bo biratiya Kurd û Ereban têkoşiya û partiyê ava kir lê mixabin dijminê hov li dijî yekitî û biratya gelan e lê nizanin ku roja îro, her jina Ereb, Kurd, Suryan Hevrîn e û li ser şopa wê dimeşe. Gelek Hevrîn hene li ser şopa te bimeşin û em ê koletiyê qebûl nekin. Em kujerên jinan li Sûriyeyê qebûl nakin.

‘Ew kujerên jinan û dijminên însaniyetê ne’

Cihê kujerê we li gel me tune ye. Me 12 hezar şehîd li vî welatî daye, wayê têkoşîna me ket sala xwe ya 13’emîn destê wan di xwîna bi hezaran şehîdên jin de ye, niha jî dibêjin em rêveberiya we ne û em ê we bi rê ve bibin ew dizanin em qebûl nakin û em ê qebûl nekin. Em ê di bin siya kujeran de nemînin. Bêyî ku werin hilbijartin bê îradeya gel, xwe kirin serok. Ew yekitiya gelan naxwazin. Heta bi îradeya gel neyên hilbijartin em qebûl nakin. Ew kujerên jinan û însaniyetê ne.”

Endama rêveberiya Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo jî axivî û got: “Bi saya destkeftiyên jinên qehreman me, ew pêvajo heta roja îro anî. Ev helwesteke dijberî îradeya jinan e azad û tevahiya mirovahiyê. Tu carî em ê jiyana bê demokrasî û wekîhevî, bê mafê jinan, qebûl nekin. Lewma jin her dem li ser piyan e û têdikoşin. Dema em behsa Sûriyeya nu dikin divê edalet wekhevî û demokrasî tê de hebe. Ji derveyî vê nayê qebûlkirin.

‘Em xwedî destkeftiyan in tu carî teslîmiyetê qebûl nakin ’

Dema em dibêjin Sûriyeya nû divê mafên jinan tê de sereke be. Dîroka wan kujeran heye ew ê çawa bibin rêveberên wî welatî. Bi hişmendiya netewperst, zayendperest, tu caran welatekî azad nayê birêvebirin. Em xwedî destkeftiyan in tu carî teslîmiyetê qebûl nakin. Divê em di hemû waran de hebin. Eger Sûriye di dest wan de bimîne dê ber bi şerekî navxweyî ve biçe. Em ê ber bi parçebûnê ve biçin. Ev her du tişt ji bo gelên Sûriyeyê nabe, ji ber ku mozayîka gelan e. Bi yekitî û hevgirtinê divê em li hemberî hişmendiya wan bisekinin.”

Çalakî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.