Li Xezayê pitik ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin
Li Xezayê ku birçîbûn vediguhere karesatekî mezin, pitikek din jî ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest da. Hejmara pitikên ku ji duh ve ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 3.

Navenda Nûçeyan – Li Xezayê Hejmara kesên ku ji duh ve ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 3. Ofîsa Medyayê, ragihand ku li Xezayê 100 hezar pitik bi mirina komî re rû bi rû ne. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê jiyana xwe ji dest dane, di 24 saetên dawî de 57 zêde bû û derket 59 hezar û 733’an.
Pitik jiyana xwe ji dest didin
Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, li Xezayê zarokekî bi navê Hud Arafat ji ber kêmbûna xurek û nebûna xwarina pitîkan jiyana xwe ji dest da. Li Xezayê ku Îsraîlê ketina alîkariya mirovî asteng dike, hejmara pitikên ku ji duh ve ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 3’ê û bi giştî jî bû 124. Li Xezayê bi giştî 84 pitik û zarokan jiyana xwe ji dest dan.
100 hezar pitik bi mirina komî re rû bi rû ne
Ofîsa Medyayê, ragihand ku 100 hezar pitik bi mirina komî re rû bi rû ne û wiha got: " 40 hezar pitikên di bin temena yek salî, zêdetirî 100 hezar zarokên di bin temane du salî de, di nava çend rojên pêşiya me de di bin xetereya mirina komî de ne. Ev rewş, encama bi temamî tûnebûna xwarina pitikan û teqwiyeyên xurekê, girtina deriyên sînor û astengkirina ketina pêdiviyên bingehîn ên mirovî ye. Pitikên ku bi rojanê ji aliyê dayikên xwe ve li şûna xwarina pitikan bi avê tên mezinkirin, bi qetlîmej bi zanebûn re rû bi rû ne.”
Banga lezgîn
Di daxuyaniya ku hate destnîşan kirin di demên dawî de her roj nexweşxane û navendên tenduristiyê rastî bûyerên kêmxwarina akût a gef li jiyanê dixwo re rû bi rû dimînin, hate diyar kirin ku ji ber hilweşîna sektora tenduristiyê û kêmbûna çavkaniyên tenduristiyê û xurekê, ji bo van bûyeran derfeta dermankirinê nayê dayîn.
Di daxuyaniya ku banga “Demildest gihandina xwarinên pitîk û teqwiyeya xurekê ya ji bo Xezayê û vebûna deriyên sînor ya bê şert û merc” hate kirin de, hate xwestin ku ji bo rawestandina qetlîama ku Îsraîlê li Xezayê pêktîne, demil dest bikevin nava tevgere.