Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Yildiz pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yildiz ku di sala 1994’an de hatî windakirin pirsîn.

Amed - Çalakiya Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin”ku di sala 2009’a de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê dayî destpêkirin, di hefteya 859’emîn de didomîn in. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD'ê, Dayîkên Aştiyê, xizmên windakiriyan û gelek kes tev lî bûn. Xizmên Windayan di çalakiyê de wêneyê pankarta ku wêneyên windayiyên wan li ser hilgirtin. Di çalakiyê de Emîne Ocak ku di meha Hezîranê de rakirin nexweşxaneyê û di sibeha 23’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest hate bîranîn.

Di hefteya 859'emîn de li aqûbeta Mehmet Yildiz ê di 22'yê Tîrmeha 1994'an de di navbera navçeyên Hezro û Pasûrê de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehatî girtin hat pirsîn.

Endama Komîteya Windayan a Şaxa ÎHDê ya Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Mehmet Yildiz xwend.

Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Yildiz li Mersînê dijiya û wiha got: “Birayê Mehmet Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê di qehwexaneyekê de dixebitî. Beriya roja bûyerê polîsên bi cil û bergên sivîl diçin qehwexaneya Kemal Yildiz û kontrola nasnameyan dikin. Dema polîsên bi cil û bergên sivîl di kontrola nasnameyan de Mehmet Yildiz pirsîn, Kemal Yildiz yekser çû malê û agahî da Mehmet. Dema Mehmet Yildiz pê zanî ku polîs li pey wî ne, tiştên xwe dixe çenteyekê û ji Amedê derdikeve. Dema Mehmet Yildiz di 22’ê Tîrmeha 1994’an de ji Amedê ber bi navçeya Pasûrê ve diçe li gundê Reşik ê navçeya Hezroyê leşker nasnameyan kontrol dikin. Di dema kontrola nasnameyan li gel Mehmet Aktar û Mehmet Şîrîn tên binçavkirin. Her 3 kesan dibin Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê. Tevî serledana malbatê jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nehatin girtin û Mehmet Yildiz hêj jî winda ye.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.