Li Qamişlo li dijî fermanê çalakî hat li dar xistin

Kongra Star a Rojava ji bo salvegera bîranîna fermana Şengalê li Qamişlo çalakî li darxist.

Qamişlo – Di 3'ê Tebaxa 2014'an ji aliyê DAIŞ’'ê ve fermana 74’an li ser gelê Şengalê hate kirin û bi sedan jinên Êzîdî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Ku ev 10 sal li ser qirkirina Şengalê re derbas bûn. Bi vê boneyê Kogra Star li parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo çalakî li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtin koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed axivî. Remziye Mihemed wiha got: “Sala 2014’an de fermana 74’an ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser gelê me yên Şengalê hat pêkanîn. Em hemû Şehîdên Şengalê bi bîrtînin. Dewletên dagirker û çeteyên DAIŞ’ê xwestin ku bi taybet gelê Şengalê qirbikin û wan tune bikin. Lê bi berxwedana şervanên YPG û YPJ û destkeftiyên Şehîdên me, ew êrîş têk birin.

Gelek qirkirin li ser gelê Şengalê de hat kirin û jin hatin revandin. Her jineke Êzîdî ku ji destê çeteyên Daiş’ê tê rizgarkirin tenê gotinên wan diyar dikin ku ewqas hovîtiyek li ser wan hastiye meşandin. Bersiva vê hovîtiyê rêxistinbûyîna jin û civakê ya, Şoreşa Rojava berxwedanî û şerekî mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê meşand tevî wan êrîşan gel xwe li ser rêxistinbûyîna meclisên jin û civakê dan avakirin. Ev tecrube li ser gelê me yên Şengalê de jî hat kirin. Wan jî dibin zext û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de xwe bi rêxistin kirin. Em îro fermana 74’an bi bîr tînên lê weke îro jî çalkvana Kurd Pexşan Ezîzî hat dîlgirtin û beriya çend rojan jî biryara darvekirina wê hat dayin. Di şexsê hemû jinên ku rastî  êrîş û hovîtiyan tên, em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî van êrîşan berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin. Wê Ev berxwedanî hîn dewam bike û em weke rêxistina Kongra Star em ê hertim berxwedan û têkoşîn bikin heta ku em azadiyê bidest bixin."

Her wiha Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo têkildarî mîtîngêaxfî û  berxwedaniya Jinên Şengalê bibîr anî wiha bi dawî kir: "Jinên Şengalê yên ku rastî qirkirin, tecawiz û kuştinê hatin kirin.  Niha bi hezaran jin li şûna wan li Şengalê xwe bi rêxistin dikin. Bi hêza YPG, YPJ û şervanên azadiyê Şengal hat rizgarkirin. Her wiha bi piştgirtiya jinên Rojava jinên Şengalê xwe birêxistin dikin û kar û xebatê didin meşandin. Em îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzîdî dest didin hev ku em riya azdiyê bigrin da ku azadiyê bighînin hemû jinan."

Mîtîn bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Şengalê" bi dawî bû.