ÎHD’ê li dijî cezayê darvekirinê li ber sefaretxaneya Îranê çalakî li dar xist

ÎHD’ê bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên Îranê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên jinan Şerîfe Mûhammediyê birî da û ev bang kir: “Dawî li cezayên darvekirinê bînin.”

Navenda Nûçeyan – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê cezayên darvekirinê yên li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên jinan Şerîfe Mûhammediyê hatine birîn li pêşiya Sefaretxaneya Îranê şermezar kirin.

Dayikên Şemiyê, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, endamê Lijneya Navendî ya Rêveber (MYK) ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafên mirovan tevlî çalakyê bûn.

‘Darvekirin bûye pêkanînên rojane yên rejîmê’

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ve hate xwendin destnîşan kir ku rejîma Îranê di serî de darvekirin, gelek binpêkirinên mafan dike û wiha got: “Taybetî jî piştî qetilkirina Jîna Emînî û çalakiyên “Jin, Jiyan Azadî” darvekirin bû wek sepanekî rojane. Ne medyaya Tirkiyeyê ne ya Rojhilata Navîn ne jî ya Ewropayê bi hestiyarî nêzî vê mijarê nebe. Sedema van cezayên hatine birîn jî ew e ku ev kes endamên tevgera siyasî ya kurd in.

‘Darvekirin cînayete’

Eren Keskîn banga sekinandina cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammed hatine birîn kir û ev tişt got: “Em wek parêzvanên mafên mirovan dixwazin rayedarên Tirkiyeyê jî bi rêyên dîplomasiyê van biryaran asteng bike. Em bang li hemû derodan dikin ku bila li dijî cezayên darvekirinê dengê xwe derxin. Em bang li Komara Îslamê ya Îranê dikin; darvekirin cinayeta bi destê dewletê tê kirin e û bi dawî bikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.