DEM Partî û TJA: Ji bo aştiyê pêwistî bi hevdîtina bi birêz Ocalan re heye

Şandeya DEM Partî û TJA’yê derbarê serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyanî dan, bal kişandin yekîtiya netewî û wiha gotin: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê li gel birêz Ocalan dest bi hevdîtinên aştî û demokrasiyê were kirin.”

Silêmanî – Di 25’ê Tîrmehê de şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê û Endama TJA’yê Ayşe Acar Başaran jî di nav de serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeyê li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê li gel aliyên siyasî, kesayetên diyan û jinan hevdîtin pêkanîn. Di serdanan de behsa pêşketin, bûyer û rewşa niha Başûr û Bakurê Kurdistanê hate kirin. Her wiha behsa girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan hate kirin.

Li hola Hotêla Ramada ya li bajarê Silêmaniyê, şandeya parlamenterên DEM Partî û TJA  derbarê serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek ya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz destpêkê axivî û wiha got: “Di 25’ê Tîrmehê de me serdanek ji bo Başûrê Kurdistanê destpê kir û hinek serdanên dîplomatîk lidarxist ku di nav de hinek aliyên siyasî, kesayetên diyar û jin hebûn. Pirsgirêkên gelê Kurd ne tenê di van salan de hene, bi sedan sale ev pirsgirêk li ser gelê me têne meşandin û bi taybet di nava 22 salên desthilata AKP-MHP’ê de siyasetek qirêj li ser gelê Bakur hatiye meşandin û roj bi roj kurtir dibe. Tevî serkeftina HDP û DEM Partî ya di hilbijartinan de, dewletê zextên xwe zêde kir û polîtîkaya desteserkirina vîna gel meşand. Li beramberî vê jî berxwedanek mezin heye.”

Derbarê yekkirina têkoşîn û berxwedana li Bakur û Başûr de Gulcan Kaçmaz wiha anî ziman: “Berxwedana li Bakurê Kurdistanê ji hêz û baweriya gel tê. Em hêvîdarin ku gelê Başûrê Kurdistanê jî ji bo yekîtiya gelê Kurd û çareseriya demokratîk û aştiyane têkoşînek bi vî rengî bimeşîne.”

‘Tişta dikeve ser milê me yekgirtin û yekrêziya gelê Kurd e’

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Uysal jî di daxuyaniyê de axivî û ev tişt got: “Îro li her çar parçeyên Kurdistanê, li ser nasname, statu û dagirkeriyê êriş û hewldanên ji holê rakirina gelê Kurd hene. Li dijî vê siyaseta li ser gelê me jî, tişta dikeve ser milê me yekgirtin û yekrêziya gelê Kurde. Da ku em bikarin serkeftinê bidestbixin. Li Rojhilata Navîn rojane karesat û buyerên mezin rudidin û êrişên nû destpê dikin. Ji ber vê yekê yekitiya gelê me ne tenê pêwîstiyeke di heman demê de berpirsyariyeke mezine. Her wiha ev ne tenê erkê aliyên siyasî ye, bûye ruhekî netewî û niştimanperwerî.”

‘Nakokiyên navxweyî nehiştiye yekitiya netewî pêk bê’

Newroz Uysal di dewama axaftina xwe de qala nakokiyên nava mala Kurd de kir û wiha dom kir: “Îro nakokî û pirsgirêkên me yên navxweyî nehiştiye ku em yekîtiya netewî pêk bînin. Ji ber vê dagirkerî li ser Başûr tê meşandin û siyaseteke qirêj li dijî gelê Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Îro jî mîna Şêx Seîd û Qazî Mihemed dîrok li ser Rêber Ocalan ku ev 25 salin di bin tecrîdê deye tê dubarekirin. Dewleta Tirk 25 salin Rêberê Gelê Kurd xistiye girtîgehê û tecrîdek li ser dide meşandin. Siyaseta şer û tecrîdê bi hev re li dijî Ocalan tê meşandin. Di vê çarçoveyê de aliyên Kongreyên Netewî û Gel ên li çar aliyê cîhanê ji bo şikandina tecrîdê û avakirina azadiya fîzîkî têdikoşin.”

Derbarê serdana aliyên li Başûrê Kurdistanê de jî Newroz Uysal wiha got: “Ji bo pirsgirêka Kurd bi aştî û demokrasiyê çareser bibe, divê guftugo were kirin. Di hemû serdanên me de hemû alî û kesayetan banga destpêkirina diyalogê kirin ku yek ji wan jî guftugoya li gel birêz Ocalane. Sedema serdanên me di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd de bû. Yekitiya gelê Kurd bêguman wê bandorê li çareseriya pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê û rewşa birêz Ocalan bike.”