Li Paveyê du berhemên nû yên helbestvan Sirwa Muradî hatin danasîn
Li bajarê Paveyê, bi amadebûna hezkiriyên wêjeyê du pirtûkên helbestan ên nû yên Sirwa Muradî hatin naskirin û hate destnîşankirin ku helbestên jinan îlhamê didin civaka Kurd.
Navenda Nûçeyan – Merasîma danasîna du pirtûkên helbestê yên helbestvana Kurd Sirwa Muradî yên bi navê "Ez nikarim bê tê tehemûl bikim” û "Yê ku êşê berhev dike", bi beşdarbûna kesayetên çandî, helbestvan û dilxwazên wêjeyê li bajarê Paveyê ya li herêma Hewraman a Kirmanşanê hate lidarxistin. Di merasîmê de ji bilî danasîna berhemên nû yên helbestvan, rola jinan a di pêşxistina helbest, wêje û çanda Kurdî de hate tekez kirin.
Merasîma ku bi beşdariyek mezin a jin û mêrên ku cil û bergên xwe yên gelêrî û rengîn ên Kurdî li xwe kiribûn pêk hat. Çalakiya danasîna pîrtûkan nasnameya çandî ya Hewramanê dîtbarî kir û çalakî veguherand pîrozbahiyek çand, ziman û wêjeya Kurdî.
‘Helbestvanên jin îlham didin civaka Kurd’
Eşter Rizaî, di axaftina xwe de weşandina her du pirtûkan pîroz kir û got: "Ez hêvî dikim ku ev pirtûk xêr û berhemdar bin. Ez hêvî dikim ku hejmara jinên mîna Sirwa Muradî roj bi roj zêdetir bibe. Ji ber ku hebûna jinên bivî awayî ji bo jinan, civaka Kurd, Hewraman û bajarê Pave çavkaniya serbilindiyê ye."
Eşter Rizaî, axaftian xwe wiha domand: "Em gelek serbilindin ku jinên jêhatî û wêrek dikevin qadên helbest, huner û wêjeyê. Helbesta Hewraman û bi taybetî jî helbesta jinên Kurd, bi saya hewldanên vê jinê ji nû ve zindî bû. Sirwa Muradî, peyama jina Kurd, helbestvan, nivîskar û hunermendan zindî hişt û ji her kesî re gihand.”
Eşter Rizaî, di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser rola jinan a di pêşeroja wêjeya Kurdî de û wiha axivî: "Ev pirtûk dikarin, hay jê hebûna jinên din zêde bikin û dikare bibe sedem ku jin bizanîn ne tenê ji bo karên rojane hatine afirandin. Jin û jinên ciwan, xwedî wê hêzê ne ku rêya helbestvan û nivîskarên roja me ya îro bidomînin û nehêlin ku çand û hunera Kurdî û bi taybetî hunera jinên Kurd bê jibîrkirin."
Eşter Rizaî, di dawiya axaftina xwe de spasiya organîzatorên çalakiyê kir û tekez kir ku divê ji bo piştgiriya nivîskar, helbestvan û hunermendên Kurd, bernameyên çandî yên bivî awayî bidomîn.
Banga piştgirî kirina helbestvan û nivîskarên jin
Danasîna du pirtûkên helbestan ên Sirwa Muradî, ne tenê pêşkêşkirina du berhemên wêjeyî bû, di heman demê de nîşanek hebûna jinan a her ku diçe di wêjeya Kurdî de xurttir dibe ye. Her wiha ev danasîn, mîna balkişandina li ser rola jinê ya di parastina ziman, çand û nasnameya Kurdistanê de hate nirxandin.
Beşdarvanên merasîmê, piştgirîkirina helbestvan û nivîskarên jin a ji bo zindîbûna berdewam a wêjeya Kurdî û veguhestina vê mîrateya çandî ya ji bo nifşên pêşerojê, mîna pêwîstiyek bingehîn dîtin.