Li Pasûrê amadekariyên lêgerîna petrolê: Bi sedan dar hatin birîn

Li Pasûr a ku ji aliyê şirketa madenê ve hatiye hedefgirtin ji bo xebatên lêgerîna petolê bi sedan dar hat birin. Gudiyên bertek nîşanî rewşê dan banga piştevaniyê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li navçeya Pasûr a Amedê ku di pêvajoya dawî de rastî qirkirina jîngehê tê û bû hedefa şirketên madenê, talana nû tê amadekirin. Li gel ku bi bendava Farqînê û bi dehan projeyên madenê tê xwestin ku navçe bê valakirin, şirketên petrolê di wan deme dawî de bûne hevparê talana navçeyê.

Li gundê Temira û Gonderne yên navçeyê ev 2 roj in li herêma daristanê bi kepçeyan çêkirina rê dewam dike, hat zanîn ku rê ji bo şirketa petrolê ya ku ji bo lêgerînê dê were hatiye çêkirin. Gundiyan bertek nîşanî xebatên rê ya ku di encamê de bi sedan dar hatin birîn dan û diyar kirin ku haya wan ji lêgerîna petrole nîne. Her wiha hat zanin dê 3 riyên cûda yên petrolê bên çêkirin.

‘Wê qada me ya jiyanê hilweşe’

 Gundiyên ku derbarê mijarê de me hevdîtin bi wan re kir wiha gotin: “Ev 2 roj in xebatên kolandinê yên dijwar tên kirin. Dema me mereq kir ka çi diqewime û me pirsî, em hîn bûn ku ji bo lêgerîna petrole rê tê çêkirin. Ji bo lêgerîna petrolê mehek hat axaftin, lê kesek li ser mijarê bi me re neaxivî. Tenê ji bo rê bi sedan dar birîn, hê jî didomînin. Di rewşekî lêgerîna petrolê û sondajê de wê ava me ya bin erd bi temamî qût bibe. Dîsa wê li vê derê jiyan nemîne. Em vê lêgerînê qebûl nakin. Em ê vê axê ji kesî re nehêlin. Em li dijî kesên ku çavê xwe berdane ser van deran teslîm nabîn.”