Dayika Aştiyê Yadê Hefo jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Yadê Hefo ya tevahî jiyana xwe da têkoşînê duh di encama nexweşiya penceşêrê de di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Qamişlo – Dayika Aştiyê Yadê Hefo ya tevahî jiyana xwe da têkoşînê duh di encama nexweşiya penceşêrê de di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayika Nefiya Ezîz Îbrahîm ku bi navê ‘Yadê Hefo’ tê naskirin, sala 1948`an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye.

Yadê Hefo dayika 10 keç û kuran e, kurê wê yê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yûsif Nebî (Şivan Rohat) 11`ê Cotmeha 2019`an li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha kurê tiyê xwe yê şervanê YPG`ê Hisên Nebî (Çavreş) xwedî kiriye ku 4`ê Îlona 2017`an li Reqayê jiyana xwe ji dest daye. Yadê Hefo salên 1990`î Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye. Di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de Yadê Hefo yek ji Dayikên Aştiyê bû, gelek caran ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re, cihê xwe di nava çalakiyan de girtiye.

Yadê Hefo ji sala 2020`an ve bi nexweşiya penceşêra malzarokê ketibû û duh saet 17.30ˈan de ji ber nexweşiyê li Nexweşxanya Tîşê ya Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeya wê li gundê Sêgirka yê Qamişloyê hate veşartin.