Halîde Turkoglu: Ji taxan heta kolanan em behsa rêxistinkirina jiyanê dikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, di konferansa li Stenbolê de bang li jinan kir ku aştiya civakî ji nava civakê bixin meryetê û got: "Pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' ku bi banga birêz Ocalan dest pê kiriye, ji bo me bêhempa ye."

Stenbol – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya pêvajoya 5’yemîn Kongreya Mezin de, Konferansa Jinan a Herêma Marmarayê li dar xist. Konferansa ku li hola konferansê ya Navenda Çandê ya Elî Emîrî ya li navçeya Fatîhê hatî li darxistin de pankartên bi nivîsên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Têkoşîna Jinan ji bo Azadiyê Ber bi Civakeke Demokratîk ve’ hatin daliqandin.

Konferans bi hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ya DEM  Partiyê Kamile Kandal, Tulay Korkutan û Dicle Akay ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Piştre ji bo bîranîna jinên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.

Di vekirina konferansê de Halîde Turkoglu axivî.

Em behsa îradeya jinê ku jiyanek nû dihûne dikin’

Halîde Turkoglu diyar kir ku konferans xwedî girîngiyek dîrokî ye û got ku ew ji bo ku têkoşîna jinan a ji rabirdûyê heta îro kombûye, dest bide civakek demokratîk hatine ba hev û wiha got: “Têkoşîna ji bo azadî û wekheviya jinan têkoşînek e ku herî zêde serdest, kapîtalîst û emperyalîstan aciz dike. Lê di heman demê de, ew tenê xeta hêvî ya têkoşînê ye ji bo hêvî, berxwedan, jiyanek nû û lêgerîna cîhanek dine. Îro, belkî em behsa têkoşîna herî berdewam, herî bi israr, herî berxwedêr, di heman demê de tenê têkoşîna jinan ku di nav hemû tevgerên civakî de jiyanek nû diafirîne dikin. Her çend formên siyasî yên heyî yên ku ji hêla mêran ve serdest in dixwazin me di çarçoveyek maqûl a jinê de binirxînin û dixwazin welat bi vî rengî birêve bibin jî, me qet ne dev ji kolan û siyasetê bernedaye.”

‘Hêza pêşeng a vê guhertinê dîsa jin in’

Halîde Turkoglu, da zanîn ku rejîma înkarê ya sedsalî bi polîtîkayên xwe yên yekrengî û asîmîlasyonê tundî aniye û îşaret bi israra jinên Kurd û Tevgera Jinên Tirkiyeyê ya li ser aştiyê kir. Halîde Turkoglu, wek navnîşana çareseriya demokratîk Îmralî bi bîrxist û wiha got: “Îro, bi banga Birêz Ocalan ya di 27’ê Sibatê de, Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo me pêvajoyek bêhempa ye. Em behsa pêvajoyekê dikin ku em hemû bi hev re dikarin rêyên sereke yên hêvî û guhertinê ava bikin. Em ê tu carî aştiyê ji rehma desthilatdaran, siyaseta serdest a mêran re nehêlin. Di vî warî de, divê em rêxistinkirina aştiya civakî ji ya herî herêmî, û ji nava civakê bixin meryetê. Hêza pêşeng a vê guhertinê dîsa jin in.”

‘Her polîtîkaya sermaye û rantê xwezaya me hedef digire’

Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku krîzên piralî yên ji ber polîtîkayên şer çêdibin herî zêde bandorê li jiyana jinan dikin û diyar kir ku veqetandina butçeyê ji bo şer xizaniya jinan kûrtir dike û wiha got: “Di demek ku erdên em lê dijîn ji hêla polîtîkayên şer ve têne talankirin, her polîtîkaya sermaye û rantê xwezaya me hedef digire. Qadên meyên jiyanê di berê de rastî  koçberiya tund û sirgûnkirinê hatî, îro bi polîtîkayên sermayeyê Kurdistan û Tirkiye hatine dagirkirin. Ji ber vê, xala herî girîng ji bo têkoşîna me dê têkoşîna ekolojîk be. Divê têkoşîna jinan jî wekî xeta têkoşînê ya parastina xwezayê were dîtin. Pêdivîya me bi tevgerek siyasî ya damezrîner bi hev re komkujiyên jinan rawestîne heye.”

‘Em behsa rêxistinkirina jiyanê dikin’

Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di serdema nû de ew ê model û amûrên rêxistinî ji nû ve binirxînin, her aliyê jiyanê bi hev re bi hev ve girêbidin û got: “Em çawa dikarin asta herî bilind a rêxistinê bi dest bixin? Dema ku em dibêjin ‘ji taxan bigire heta kolanan, ji malan bigire heta kargehan, ji zeviyan bigire heta qada siyasî, ji saziyên perwerdehiyê bigire heya saziyên tenduristiyê’, em di rastiyê de qala rêxistinkirina jiyanê ya temamî dikin. Em dizanin ku çawa me dev ji berxwedana xwe ya li dijî polîtîkayên zordar ên her cûre serdestan bernedaye, dema ku em diçin vê kongreyê, dema ku em van konferansan li dardixin, em ê hêviyê jî bi hev re organîze bikin. Hêvî ji bo guhertinê girîng e. Di vîzyona me ya jiyanê de, rêxistinkirina hêviya ji bo aştî, wekheviyê û guhertinê dê referansa me ya bingehîn be.”

Konferans piştî axaftinan, ji çapemeniyê re girtî dom kir.