Li Nîjeryayê jinek bi saxî şewitandin

Li eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê, jina bi navê Amaye bi îdîaya ku 'heqaret' li pêxemberê Îslamê Muhammed kiriye, ji aliyê girseyeke bi hêr ve hate şewitandin û bi rengekî hovane hate qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Bûyer roja Şemiyê, li nava civata Kasuwan-Garba ya li herêma Marigayê qewimî.

Li gorî daxuyaniya berdevkê polîsan Wasiu Abiodun, jina bi navê Amaye ya ku ji eyaleta Katsina hatibû û xwarin difirot, piştî îdîayan rastî êrîşa girseyê hat û 'Di encama êrîşa komî de bi saxî hate şewitandin'. Abiodun, diyar kir ku polîsan bûyer şermezar kirine û ji bo girtina êrîşkaran dest bi lêpirsînê kirine.

Wekî li eyaleta Nîjerê, li 12 eyaletên bakurê Nîjeryayê jî hiqûqa şerî li gel qanûnên giştî yên dewletê bi cih tê anîn. Li gorî şerîatê jî 'Blasphemy' (Heqareta li pêxember) weke sûcekî ku divê bi cezayê kuştinê bê cezakirin, tê dîtin. Lê belê di gelek bûyeran de beriya pêvajoya darizandinê destpê bike, gumanbar ji aliyê girseyan ve têne lînçkirin û qetilkirin.