Li Nepalê di erdhejê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest da

Di erdheja ku li Nepalê 18 kîlometre di binê erdê de çêbû de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Erdhejek bi pileya 5.6 li rojavaya Nepalê li cihekî dûr xist, bû sedema zirara binesaziyê, gelek xanî hilweşiyan û li çend bajarên bakurê Hindistanê jî hat hîskirin.

Rayedarên Nepalê ku li çiyayên Hîmalaya di navbera Hindistan û Çînê de ye, ragihandin ku îro (4’ê Mijdarê) di encama erdheja bi pileya 5.6 ku roja, 3’ê Mijdarê li rojavayê welat çêbû de, herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di encamê de gelek avahî jî hilweşiyan.

Rêveberê Polîsê Navçeya Rojavayê Rukumê Namraj Bhattarai ji medyayê re got; "30 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 40 kes li Rojavayê Rukumê birîndar bûn" û da zanîn ku operasyonên rizgarkirinê berdewam dikin.

Navenda Tenduristiyê ya Çavdêriya Erdhejê ya Nepalê diyar kir ku erdheja ji hêla niştecihên gelek bajarên Hindistanê ve hat hîskirin ku paytext Delhiya Nû jî di nav de ye, di saet 23:47an de li herêma Jajarkot a ku 500 kîlometro li rojavayê paytext Kathmandu pêk hat.

Karbidest ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe ji ber ku wan nikaribûn bi herêma çiyayî ya nêzî navenda erdhejê re têkilî daynin.

Di Mijdara 2022’an de li herêma Dotî ya nêzî Jamlayê bi pileya 5,6 erdhejek pêk hat, nêzî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 2015’an de, di du erdhejên ku li Nepalê qewimîbûn de, nêzî neh hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li wan bajaran, perestgehên sedsalan ên kevn û cihên dîrokî yên din bûn wêran û zêdetirî milyonek xanî hilweşiyan, zirara aborî şeş milyar dolar çêbû.