Îsraîlê careke din nexweşxane û dibistanan hedef girt

Îsraîlê, di roja 29’an de êrîşên xwe, tevahiya şevê hem ji bejayî û hem jî ji hewayî ve domand û Xezayê bomberbaran kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Xezayê berdewam dikin di roja xwe ya 29’emîn de ne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di daxuyaniya xwe ya herî dawî de diyar kir ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane 9 hezar û 227 e. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 826 zarok û 2 hezar û 405 jî jin in.

Îsraîl, duh tevahiya şevê jî êrîşên xwe yên hewayî û bejayî berdewam kir. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA'yê, balafirên şer ên Îsraîlê li taxên En-Nasr û Şêx Ridvan ên li rojavayê Xezayê malên sivîlan bombebaran kir. Hat ragihandin ku li kampên Eş-Şatî û Cebaliya û bajarên Beyt Lahiya û Beyt Hanûn ên li rojava û bakurê Xezayê û li başûr jî bajarên Xan Yûnis û Refahê gelek mal hatine bombekirin. Hat diyarkirin ku di êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha herêmên li rojhilatê Xezayê jî bi topan hat hedefgirtin.

Nexweşxane hat hedefgirtin

Artêşa Îsraîlê duh di seatên evarê de konvoya ambûlansê ya birîndaran ku diçû deriyê sînor ê Refahê yê Misirê jî bombebaran kir. Her wiha di Xezaya dorpêçkirî de cihê Nexweşxaneya Şîfa ya ku bi hezaran nexweş û sivîl lê hene jî hat bombekirin. Bombebaran di dema ku konvoya ambûlansê ya birîndaran ji bo dermankirina li Misirê, derket rê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa li dijî Nexweşxaneya Şîfayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar bûn.

Êrîşê konvoya ambûlansan kirin

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El-Qudra, li Nexweşxaneya Şîfayê civîna çapemeniyê li dar xist. Eşref El-Qudra diyar kir ku Îsraîlê kedkarên tenduristiyê hedef girtiye û wiha got: "Îsraîl konvoya ambûlansê ya ku ji başûr derbasî Deriyê Sînor ê Refahê bû hedef girt. Di êrîşê de mirî û birîndar hene." Eşref El-Qudra diyar kir li 2 nuqteyên cuda ambûlans hatine hedefgirtin û diyar kir ku ambulansên mijara gotine kesên birîndar ber bi Deriyê Sînor ê Refahê ve dibirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevgera ambûlansên ku dê birîndaran veguhezînin ji hemû cîhanê re hatiye ragihandin û wiha hat gotin: "Me tevgera ambûlansên ku birîndaran dibir, ji Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ya Misrê û bi riya kanalên ragihandinê û medyayê ji hemû cîhanê re ragihandibû, lê belê dagirkeriyê bi hemû quretiya xwe vê sûcê pêk anî.” Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Îsraîl ji ber li dijî personelên tenduristiyê û ambûlansan berpirsyar bê dîtin. Îsraîl piştî van êrîşan derdora Nexweşxaneya Qudsê û Nexweşxaneya Endonezyayê jî kir hedef.

Daxuyaniya Artêşa Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê (IDF), bi parvekirinên xwe li ser medyaya dijîtal êrîş piştrast kir. Bombebaran bi gotina "terorîst” hebûn hat parastin û wiha hat gotin: "Hucreyek terorîst a Hamasê ku ambûlansek bi kar tîne hat tesbîtkirin. Li ser vê yekê balafireke ÎDF’ê terorîstên Hamasê yên di nava ambûlansê de dixebitîn gulebaran kir û bêbandor kir. Em destnîşan dikin ku ev herêma li Xezayê, herêmeke şer e. Gelek caran ji bo ewlehiya wan li sivîlan bang hat kirin ku ber bi başûr ve biçin.”

Banga WHO’yê

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya dîjîtal de der barê hedefgirtina Îsrailê ya cihê ketina nexweşxaneya Şîfayê ku bi hezaran nexweş û sivîl lê hene de wiha got: "Em li dijî êrîşa li ser konvoya ambûlansê ya ku li nêzî Nexweşxaneya Şîfayê nexweşan tehliye dike û bû sedema xisar, mirin û birîndaran, şaşewaz bûne.” Tedros Adhanom Ghebreyesus dubare kir ku divê nexweşxane, xebatkarên tenduristiyê, tesîs û ambûlans her dem bên parastin û banga agirbestê kir.

Dibistan hat hedefgirtin

Hat ragihandin ku dibistaneke li bakurê Xezayê ku penaber lê diman jî hatiye bombekirin û di êrîşê de mirî û birîndar hene. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn, artêşa Îsraîlê Dibistana Usame Bin Zeyd a li herêma Saftawî ya li bakurê Xezayê ku penaber lê diman jî bombebaran kir. Hat parvekirin ku di êrîşê de mirî û birîndar hene.