'Divê jinên girtî tavilê bên berdan'

Odeya Şêwirmendên Maliyeyê ya Amedê bi rêya îfadeyên şahidên veşartî banga tevlîbûna doza li dijî endamên xwe kir û xwest jinên di çarçoveya dozê de hatine girtin bên berdan.

Navenda Nûçeyan – Odeya Şêwirmendên Maliyeyê ya Amedê têkildarî doza ku der barê endamên xwe de hatiye vekirin li avahiya odeyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû jinên girtî yên di çarçoveya dozê de tên darizandin bên berdan.

Rayedarên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD), Odeya Endezyarên Makîne û Odeya Mîmaran beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hat xwendin de, hat destnîşankirin ku darazê wek amûra zextê ya li ser civakê tê bikaranîn û hat gotin, "Bi taybetî di salên dawî de pratîkeke ku tu eleqeya wê bi hiqûq û edaletê re tune ye. Bi hezaran kes di bin navê şahidên nepenî û eşkere de bêyî delîlên berbiçav bi hezaran kes hatin binçavkirin, girtin û heta cezakirin."

'Ji ber sedemên ku em nizanin hat girtin'

Di daxuyaniye de anî ziman ku tevî ku der barê hempîşeya wan Amîne Demîr de delîlên berbiçav nînin jî, di encama pêkanînek wiha de ev saleke li Girtîgeha Sîncanê bi îfadeyên şahidên eşkere û nepenî de girtî ye. Daxuyaniye de destnîşan kir ku hempîşeya wan Amîne Demîr ji ber berdewamiya girtina xwe nekarî pîşeya xwe ya Şêwirmendiya Darayîyê bimeşîne û di pêvajoya girtina xwe de jî zirarên madî û manewî dikişîne. 

‘Em ê doza wê bişopînin’

Di daxuyaniye de wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çarçoveya vê dosyayê de rewşa heyî ya pergala darazê ya li Tirkiyeyê jî tê dîtin. Tevî ku di encama lêpirsîn û operasyona li Enqereyê hat destpêkirin de bi dehan jin hatin binçavkirin û girtin, lê sîstema darazê bi mehan nekarî biryarê bide kîjan dadgehê dê li vê dosyayê binere. Dema ku dosya di navbera dadgehan de diçû û dihat, kes ferq nedikir ku kesên di vê çarçoveyê de hatine girtin hê di girtîgehê de ne û mafên wan tên binpêkirin. Rewşa endama me rêvebira me Amîne Demîr û jinên ku di çarçoveya heman dosyayê de hatin girtin û darizandin jî heman rewş e. Di çarçoveya vê dosyayê de di 7'ê mijdarê de rûniştina dozê dê pêk bê.  Em diyar dikin ku bi taybetî Amine Demîr, divê kesên bi salane bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de tên girtin bên berdan û em diyar dikin ku heta endama me azad bibe em ê dosya û doza wê bişopînin.”