Li Minbicê teqîn
Li bajarê Minbicê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin teqînek rû da. Li gorî agahiyan gelek kes jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Nûçeyan – Li Minbica ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hatiye dagirkirin jiyana şêniyan û bi taybetî ya jinan di metirsiyê de ye. Li gorî ajansa SANA’yê ya ser bi desthilata Şamê ve, li bajarê Minbicê yê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, teqîneke çêbû. SANA’yê diyar kir ku di teqînê de kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî dezgehên ragihandinê, erebeyek bombekirî li ser rêya otostrad a li ketina başûrê bajarê Minbicê teqiyaye.
Li gorî hin agahiyan, tê gotin ku 15 jê jin 18 kes di teqînê de jiyana xwe ji dest dane.