Li Mexribê zarok tên xebitandin: Pêdivî bi zagonên pêşîlê girtinê heye

Sekretera giştî ya Komeleya Piştevaniya Jinên di rewşa zor de Amîna Khaled diyar kir ku li Mexribê bi hezaran zarok li ruxmê zagonan, di qadên bê ewle de dixebitin û têkoşîna ku didin anî ziman û xwest zagon werin pêkanîn.

HANAN HARITE

Mexrib- Li Mexribê li gorî daneyên herî dawî hejmara zarokên ku dixebitin her roja diçe zêde dibe. Li Mexribê hejmara zarokên ku dixebitin di sala 2022’an de weke 127 hezaran ketibû qeydan. Ev dane di navbera 7-17 salî de bû bi giştî 7,6 milyon zarok in ev ji tê wateya ji sedî 1,6’an.  

Sekretera Giştî ya Komeleya Piştevaniya Jinên di rewşa zor de (INSAF) Amîna Khaled destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî xebitandina zarokan de gihîştine asteke girîng û wiha got: “Hişmendî hê jî berdewam dike û gefê li ewlehiya zarokan dixwe. Piraniya zarokên ku dest bi xebatê kirine, neçar dimînin dest ji dibistanê berdin. Malbat zarokan ji mafê xwendinê bêpar dihêlin. Cihê zarokan malbat û dibistan e.”

‘Zarok weke kesên alîkar tên dîtin’

Amîna Khaled der barê zêdebûna rêjeya xebitandina zarokan de wiha got: “Hinek malbatên gundên Mexribê zarokên xwe weke alîkar dibînin. Malbatên xizan ji ber vê yekê zarokên xwe dişînin kar. Zarokên ku dixebitin ji temenê xwe zêdetir dibin xwedî berpirsyarî. Rola civaka sivîl ew e ku hişmendiya zarokên karker bibîne, hevrûbûnê bike û derbixe holê. Ên ku biryar bidin divê têkoşîna li dijî karkerên zarok pêk bînin. Lê belê civaka sivîl der barê mijarê de xebatên wan sînordar e û kêm dimînin.”

‘Ji 600’î zêdetir zarok ji kar hatin derxistin’

Amîna Khaled diyar kir ku komeleya wan li dijî xebitandina zarokan têkoşînê dide meşandin û der barê bernameyê de wiha got: “Em dikaribûn zêdeyî 600 zarokên keç ji kar derbixin. Em bi malbatên wan re ketin nava têkiliyan û ji bo ew zarok perwerdeya xwe tamam bikin me alîkariya madî da. Niha yên ku li zanîngehan dixwînin, avakirina pêşeroja xwe û ji bo xeyalên xwe pêk bînin zarokên keç ên ku em dişopînin hene. Armanca me pêşî li terikandina dibistanê bigrin û ew xwendekarên ku bi metirsiya terikandina dibistanê re rû bi rû ne ji bo şopandina wan me sîstem ava kirine.”

‘Divê zagon careke din di ber çavan re werin derbaskirin’

Amîna Khaled da zanîn ku li Mexribê zagon hene lê belê neketine meriyetê û wiha got: “Zagonên ku xebata zarokên beriya 18 salî asteng dikin hene. Li gorî zagona kar a Mexribê kesên ku kar didin dema zarokên ji 15 salî kêmtir bixebitînin cezayê pere didin. Ev ceza heta cezayê girtîgehê yê 3-6 mehan derbas dike. Ji bo zagon bi bandortir bin divê careke din di ber çavan re werin derbaskirin. Ji derveyî zagonên tund ên ku xebata zarokan asteng dikin û çareseriyên ji bo çûyîna dibistanê, malbat der barê mafên zarokan de werin hişyarkirin. Malbatên ku di şert û mercên zehmet de dijîn ji bo rewşa wan a civakî û aborî baş bibe divê piştevanî were kirin.”