Li dijî Gultan Kişanak piştî merasîma cenazeye xwişka wê îşkence!

Parlementera EMEP Sevda Karaca diyarkir ku dema ku bi Gultan Kişanak re hevdîtin pêkanî, piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe di dema vegera girtîgeha Kandira de li cihek ku dişibe depoyê hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan- Alîkara serokê giştî ya EMEP û parlementera Dîlokê Sevda Karaca eşkere kir ku Gultan Kişanak piştî ji merasîma cenazeye xwişka xwe Zeyneb Ozer  9’ê Tebaxê de li Xerpêtê pêhatî, di vegera girtîgeha Kandira rastî îşkenceyê hatiye.

‘Li girtîgeha Elazig li cihek weke depo ma’

Sevda Karaca da zanîn ku di girtîgeha Kandira de dûh bi Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û Nurhayat Altun hevdîtin pêkanî û der barê tiştên ku Gultan Kişanak jiyan kirî de wiha got:

“Hîna nû xwişka wê hatî definkirin, li ser goristanê Gultan Kişanak bi lez û bez birin. Wisa difikirî ku dê li Balafirgeha Xarpêtê li balafirê bê siwarkirin, ji wir derbasî Stenbolê û piştre biçe Kandirayê. Lê bêyî agahiyekê bide birin girtîgeha Xarpetê. Dema ku pirsa sedemê wê kirî bersîva ‘Ji bo cenaze 4 saet dane, dem temam bû û ji ber wê emê biçin girtîgehê’ dan. Ne dermanên wê û ne jî tiştên ji bo şevê pêwîst li cem wê hebûn. Çawa tev li merasîma cenazeyê bibe, bi heman awayî anîne girtîgehê. Ji bo ku li Girtîgeha Xarpêtê li cem hevalên xwe bimîne serlêdan kir lê wê şevê bi darê zorê li cihekî mîna depoyê û pir qirêjî hate sekinandin.”

Ahahî nedan malbata wê

Sevda Karaca bi bîrxist ku Gultan Kişanak serê sibehê jî xwest bi rayedarekî re hevdîtinê bike lê bi saetan bersiv nehatiye dayîn û got: “Ji midûrê nobeder re gotiye; ‘ma hûn mirovan direvînin, we nehişt ez agahiyê bidim malbata xwe û anîm vê derê. Ez ê mafê xwe yê telefonê bi kar bînim. Dixwazim bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikim.’ Midûrê nobedar jî jê re gotiye; ‘berpirsyar ne em lê cendirmeyên hûn anîne vê derê ne. Jixwe dê bêhnek din bên.’ Dema Kişanak israr kir jî li ser telefonê agahî dane malbata wê ku li Girtîgeha Xarpêtê dimîne.”

Nêzkatiyên hikumxwaran

Parêzerên wê, piştî agahdarkirina malbata wê hatin girtîgehê û got: “Lê bi hinceta ‘Kişanak hikûmxwar e, hikûmxar nikare di navbera nîvroyê de serdanan qebûl bike’ saetek û nîvan li wir hatin sekinandin. Lê Kişanak hikûmxwar nîne. Ev tam 7 sal in bi awayekî deredaletî, derhiqûqî û neheq bi girtî tê darizandin.”

 Bi erebaye ringê li Siwasê ezyeta 7 saetan

Sevda Karaca tiştên ku Gultan Kişanak gotiye wiha anî ziman: “Dîsa dema digot qey dê biçe Balafirgeha Xarpêtê, bi wesîleya poşetekî xwarinê yê dane destê wê hîn dibe ku dibin Sêwasê. Sedema wê ya birina Sêwasê jî weke ‘balafir nehatiye peydakirin’ hatiye nîşandan. Rêwîtiya ku mesrefên wê beriya çûnê li îdareyê tên razandin, heke gotin di cih de be veguheriye îşkenceyê. Heta Sêwasê 7 saetan bi eziyet di wesayîta rîngê de hate sekinandin û bi şev saet derdora 03.00’an de gihişt Girtîgeha Kandirayê.”

Bang li wezaretê

Sevda Karaca, destnîşan kir ku divê ev muameleya hovane li tu girtiyan neyê kirin û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Îcar îşkenceyeke wiha ya li dijî girtiyeka şîna wê heye, ya li dijî siyasetmedareka hatiye hilbijartin, tiştekî derînsanî û derhiqûqî ye. Divê Wezareta Dadê tavilê derheqê van kesên li dijî êşa Gultan Xanimê bêrêzî kirin, yên li ser tenduristiya wê xetere çêkirin û yên malbata wê tirsandîn de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsyar bên eşkerekirin. Divê Wezareta Dadê di vê mijarê de daxuyaniyê bide.”