Li Mexrîbê destdirêjî û revandina jinan dîsa di rojevê de ye

Li Mexrîbê, li ser rêbazên têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî û xurtkirina parastina jinan nîqaş berdewam dikin. Rêxistinên mafên mirovan bang kir û got “Polîtîkayên ku gihîştina jinan a edaletê garantî dikin, bipêş bixin.”

Navenda Nûçeyan – Polîsên Casablanca di 6’ê Tîrmehê de, zilamek bi gumanbariya ku beşdarî revandin, binçavkirin û destdirêjiya li ser jinekê bûye, girtin. Vê bûyerê mijara şîdeta li dijî jinan û girîngiya rêbazên parastina wan, dîsa anî rojevê.

Li gorî heman çavkaniyê, encamên destpêkê nîşan didin ku gumanbar jinê bi rêya sepanê xwe, wekî veguhezkar nîşan daye û xapandiye. Tê îdiakirin ku bi otomobîlekê wê veguhestiye, di garajek kompleksek niştecihbûnê de dîl girtiye û destdirêjî lê kiriye.

Tundiya li ser bingeha zayendî

Ev bûyer, li Mexrîbê mijara tundiya li ser bingeha zayendiya civakî, careke din tîne rojevê. Parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên jinan bangên xwe yên ji bo bihêzkirina parastina jinan, lezkirina pêvajoyên piştgiriya qurbaniyan û mîsogerkirina gihîştina wan a dadgeriyê didomînin.

Mexrîb, ji sala 2018'an û vir ve di têkoşîna dijî tundiya li ser jinê de derbasî qonaxeke nû bûye. Ev yasaya ku ket meriyetê ya hejmar 103.13, têkoşîna li hember tundiya li ser jinê sererast dike. Di vê qanûnê de gelek kiryarên bi tundiyê re têkildar, wekî sûc hatine qebûlkirin û tedbîrên ji bo parastin û piştgiriya qurbaniyan hatine pêşbînîkirin. Lê belê, rêxistinên mafên mirovan û yên jinan tekez dikin ku bandora vê qanûnê bi sepandina wê ya rast, bihêzkirina mekanîzmayên xweparastin û parastinê û her wiha bi dabînkirina çavkaniyên tenê ji bo qurbaniyên tundiyê ve girêdayî ye.

Daxwazên xurtkirina polîtîkayên giştî

Ev bûyer di rewşekê de qewimî ku dozên tundiya li dijî jinan berdewam dikin. Ev yek nîşan dide ku ev mijar li Mexrîbê hem ji hêla mafên mirovan û hem jî ji hêla pirsgirêkên civakî ve mijara nîqaşê ye. Di vê çarçoveyê de, her çend daxwazên ji bo xurtkirina polîtîkayên giştî ji bo pêşîgirtina li tundiyê û mîsogerkirina parastinek bi bandor ji bo jinan berdewam dikin jî, tê tekezkirin ku divê heta ku pêvajoya dadwerî temam bibe û biryarek dawî were dayîn, rêz li texmîna bêgunehiyê bê girtin.