Li Mexmûr û Şehbayê gel li dijî tecrîdê li qadan bû

Li Mexmûr û Şehbayê gel li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bû. Ji qadan peyama têkoşîn û berxwedanê bilind bûn.

Navenda Nûçeyan – Mexmûr- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanên ku ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bêbersiv dimînin. Li Mexmûr û Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşên girseyî hat lidarxistin.

Mexmûr

Meş li ber saziya Malbatên Şehîdan, heta ber deriyê NY berdewam kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Serok roja me, em agirê dora wî’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin. Beriya daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêz girtinê Endamê Saziya Têkiliyên Karê Derve Seîd Çomlek axivî û got: “Wek tê zanîn ev 25 salin Rêberê Gelê Kurd Rêber APO di nava şert û mercên pir giran yên zîndana Îmraliyê de dijî. Şert û mercên zîndana Îmraliyê di tevayî cîhanê de nimuneya wê tune ye, şertên ewqas giran li ser Rêber APO meşandin bê mafî, bê hiqûqî, bê wijdanî û bê exlaqî ye. Ev rêbaz û nêzîkatî wê tu caran ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebul kirin. Ji bo ku Rêber APO bikaribe jiyanek azad di nava civaka xwe û mirovahiya pêşverû de jiyan bike, wê bi hemu şêweyan çalakî, rê û rêbaz bêne meşandin ku heta azadiya Rêber APO.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Şehba

Bi diruşmeya "Na ji bêdengiya rêxistinên mirovan a navdewletî re li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin" bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehba daketin qadan û beşdarî meşa Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehba bûn û tecrîda girankirî li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û gefên li ser wî şermezarkirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina tecrîdê meşê ji ser rêya gundê Til Qireh heya wargeha Serdem ên navçeya Ehdas a kantona Şehba berdewam kir.

Piştî meş li wargehê vegeriya mêtîngê, bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Piştre endama Koordinasyona Kongra Star Efrîn-Şehba Necah Hisên axivî. Necah Hisên wiha got: “Em bi tundî, tecrîda girankirî li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev tecrîda girankirî tê wateya şikandina îradeya Rêber Apo û gelê azadîxwaz. Di van demê dawî de qirêjiya siyaseta dewleta tirk derket holê ew jî bi şandina nameyên gef li Rêber Apo didin û di heman demê de nahêle ne parêzer ne malbeta Rêber Apo pê re hevdîtin çêbikin, ev hemû rûya rast a siyaseta tunekirina gelên azadîxwez derdixîne eşkere dike. Em ê heya dawiyê li ser piya û çalakiyan de bin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û dawî li tecrîdê bînin. Em ji tecrîd û gefên wan tu carî natirsin.”

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.