Li tevahî bakur û rojhilatê Sûriyeyê coşa Şoreşa 19’ê Tirmehê

Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 11’emîn şoreşa 19’ê Tirmehê daketin qadan û li gelek bajaran çalakiyên ku hatin lidarxistin bi coşekî mezin hate pîrozkirin.

Navenda nûçeyan- Bi armanca pîrozkirina salvegera 11'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê  a ku li Kobanê çirûska qê vêket, îro li gelek bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran gel taybet jinên ku  şoreşa Rojava wek şoreşa xwe dibînin bi coş û kelecanek mezin herîkîn qadên pîrozbahiyê û peyama xurtkirina destkeftiyên şoreşa azadiyê dan.

 Şehba

 Li Şehbayê 11'emîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê a ku bi dirûşmeya "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan û demokratbûna Sûriyê ye" hat pîrozkirin şahiya ku bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser Efrîn-Şehba li qada gundê Maratê yê navçeya Ehdasa kantona Şehbayê dest pêkir bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star ve hate xemilandin.

Şoreşa 19’ê Tirmehê şoreşa azadiya jin bû’

Di pîrozbahiyê de Endama Rêveberiya Xweser Efrîn-Şehba Zelox Bekir axaftin kir û got: " Em Şoreşa 19'ê Tirmehê li tevahî gelan, şervanên azadiyê û Rêber Apo pîroz dikin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşek din di nava xwe de avakir, ew şoreşek siyasî û azadî bû, her wiha şoreşa azadiya jin bû. Wek îro gel li hember siyaseta rêjîman serî hildan. Gelek destkeftî di vê şoreşê de hatin bidest xistin û hêzên gel ên şoreşgerî hatin ava kirin. Di heman demê de Rêveberiya Xweser li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin û ji 11 salan heya vê kêlîyê li kêlek gelê xwe sekinî. Xwestin siyaseta qirkirinê li ser gel bidin  meşandin lê wê tu carî neghînin armancên xwe û destkeftiyên şoreşê vê neyê çewsandin. Em ê planên dagirkeran bi berxwedan û têkoşîna gelan têk bibin."

Piştî axaftinan bernameyên  Tevgera Çand û Huner û Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba hatin pêşkêşkirin.

Şahî bi gerandina govend û bi dirûşmeyan dawî bû.

Qamişlo

Şahiya ku li bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê Rêber Apo azad bikin û Netewa Demokratîk misoger bikin", hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

ser navê Kongra Star Berdevka Ofîsa Jin a Kantona Qamişlo Henîfa Mihemed û Hikmet Hebîb jî bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axaftin hatin kirin.

'Me wiha bersiv da sedsaliya Lozanê'

Henîfa Mihemed Şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî gel, netew, ol û mezheban û ji her kesê dilê wan ji bo azadiyê lêdide pîroz kir û wiha got: "Em îro ber bi sedsaliya Lozanê ve diçin, me jî wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha bi şoreşê bersiva Lozanê da. Wê li ser vê axê, Lozaneke nû dîsa zindî nebe. Gel bi hêzên xwe yê leşkerî bersiva sîstema rejîma Baas a ku nasnameya netewan înkar dikir dan û ji nû ve xwe birêxistinkirin, sazî û dezgehên xwe sazkirin. Gel hêzên dagirker re ku xwestin şoreşa wan têk bibin gotin; na. Bi şerê gelê şoreşgerî îro gel bersiva hemû cûreyê êrîşan didin."

 Piştî axaftinan Koma Ş.Zîlan a Dirbêsiyê û Koma Ş.Sakîne a bajarê Qamişlo bi çend gurzên stranên xwe yê şoreşgerî, reng dan govendê û geş kirin.

Hesekê

11'emîn salvegera şoreşa Rojava li Parka 4`ê Nîsanê  a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Parka 4’ê Nîsanê bi  wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî hatin daliqandin. Qad bi pankertên ku dirûşemeya “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û Netewa Demokratîk mîsoger bikin” li ser hatiye nivîsandin, hatin xemilandin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî û diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa demokrasî, azadî û biratiya gelan e û wiha dom kir: “Rêya pêkanîna armancên şoreşê hê jî dirêj û zehmet e. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê rêyê dewam bikin. Dem dema ku sîstema Rêvberiya Xweser bi rengekî fermî were qebûl kirin.

'Bi rihê "Jin, Jiyan, Azadî" xwedî destkeftiyên şoreşê derkevin'

Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo jî bal kişand ku dîroka vê şoreşê di rûpelên dîrokê de hatiye neqişandin û wiha axivî: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji malzaroka wan civakên ku ji ber zordestiyê êş kişandine, derket û bû mîladeke nû di vê serdemê de. Ev Şoreş bi pêşengtiya jina azad des pêkir û heya roja îro jî dewam dike. Ev Şoreş ji bo xwedî derketina li nirx, dîrok, nasnameya her mirovekî hatiye geşkirin. Di şoreşê de gelek deskeftiyên pîroz hatine bidestxistin yek jê rêxistinbûyîna jinan û avakirina hêza parastina jin û civakê . jin di her qadî de xwe pêş xist û jibo guhertina hişmendiya baviksalarî kar û xebatekî bi nirx da meşandin heya ku ev şoreş bû mînak li tevahî cihanê ku niha dirûşmeyek netewî ya jinan hatiye avakirin” Jin, Jiyan, Azadî”  bi vî rihî emê xwedî li deskeftiyên şoreşê derkevin.”

‘Şoreş berhema felsefeya afirandina jiyana azad e’

Endama Kordînasyona Kongra Star a Rojava Koçer Hisên da zanîn ku ser ramanê Rêber Abdullah Ocalan di serxistina Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhema felsefeya afirandina jiyana azad e ku Rêbertî pêşkêş kiriye. Gelên herêmê berhemê ku Rêbertî çandine, diçînin. Şoreşa me şoreşekî guhertin û veguhertinê ye. Şoreşeke  ji bo derxistina rastiya civakê û êşa dikşîne. Di riya vê şoreşê de her pêkhate di bin sîwana Rêvberiya Xweser xwe bi rêxistin kirin û bi hevgirtinekê li dijî êrîşên li ser nirxê vê şoreşê sekinîn.

Koçer Hisên di dawiya axaftina xwede bang yekîtiyê kir ku ew riya rast ji bo çareserkirina krîzan û parastina nirx û deskeftiyên Şoreşê ye.

‘Bi rihê şerê gelê şoreşgerî emê deskeftiyên şoreşê biparêzin’

Endama  hêza parastina Civakî a jIn HPC-JIN Hediya Ehmed jî 11 emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got:” Em wekî dayik bi pêşxistina şerê gelê şoreşgerî emê şoreşa xwe ji planên dijmin biparêzin. Ev şoreş ne ji bo pêkhateyekî hatiye kirin ji bo her mirovekî xwedî maf û azadîxwaze. Me di vê şoreşê de bedelên giranbuha danîne heya ku em gihiştin 11 sal. Bi rihê şerê gelê şoreşgerî emê deskeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

Paşî stranên û helbestên şoreşgerî ji aliyê koma Serdem, Tolhildan û helbestvan Ferhad Mêrîd ve hate pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû .

Kobanê 

Bi boneya 11 salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ku veguheriya şoreşa jin, şêniyên kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star, Partiyên siyasî, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Saziyên civaka sivîl, Şandeyên ji Reqa, Tebqa, Minbic, Sirîn û herêma Cizîrê li kantona Kobanê kombûn û bi rengekî girseyî salvegera şoreşê pîrozkirin.

Şahiya ku li qada Şehîd Egîd hat birêxistinkirin,  bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Pişt re gelek axaftin û peyam hatin dayîn.

'Pêwîste avakerê bîrdoziya azadiyê were rizgarkirin'

Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl wiha got: "Em îro bi coşeke mezin 11 salan ji şoreşê li pey xwe dihêlin. Şoreşa ku di nava alozî û qeyrana Sûriyê de pêk hat, bû bersiv û riya çareseriyê ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber vê em dibînin ku her kes li derdora vê şoreşê kombûye û destkeftiyên wê diparêze. Bê guman ev 11 sal bi rengekî hêsan derbas nebûn. Hêzên desthilatdar, hegemon û yên garantor jî, bi armanca tesfiyekirina şoreşê û pergala heyî gelên me bi hemû rêbazên êrîşan hedef girtin. Ji ber ku em bi nirxên vê şoreşê bawer in, tu hêz jî negihşîtin daxwaza xwe. Avasaz û pêşengê projeya Netewa Demokratîk ku bû bingeha serkeftina şoreşa 19'ê Tîrmehê, Rêber Apo, îro di girtîgehê de ye. Divê ku ji bo vê mijarê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku em bi rengekî raste, rast perespektîfan ji bo misogerkirina şoreşa azadiyê bigirin."

Di nava şahiyê de bê navber dirûêmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedan Jiyan e" hatin berzkirin.

'Serkeftina şoreşê bi têkoşîn û pêşengiya jin pêkan e'

Her wisa berdevka Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zozan Bekir bal kişand ser rol û pêşengiya jin û wiha axivî: "Me 11 salên berxwedan, têkoşîn, qehremanî û fedekariyê li pey xwe hîştin. Di nava van salan de xewin û xeyalên dayîk û bavên min bûn rastî, îroj em jî weke gelê Kurd bûn xwedî pergaleke rast ku xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo. Bê guman divê ku em rol, ked û pêşengiya jin ya di nava van salên şoreşê de ji bîr nekin. Ji Zîlanan ber bi Arîn, Zehra û Reyhanan xeta têkoşîna jin berdewam dike. Emê bi van xelekên têkoşînê pêşengiya avakirina Sûriyeke ne navendî û demokratîk bikin. Misogerkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê bi têkoşîn û pêşengiya jin pêkane.”

Herî dawî bernameya hûnerî birêve çû ku di nav de komên ji kantona Kobanê û hunermendên ji herêma Cizîr û Efrînê stran pêşkêşkirin.