Xwişka girtiyê nexweş ê giran Gulşen Kandemîr 2 roje binçavan de ye

Xwişka girtiyê nexweşê giran Hayatî Kaytan Gulşen Kandemîr di serdegirtina mala wê de hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Polîsan bi ser mala Gulşen Kandemîr a xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan ê ku li Konya Ereglî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê girtiye avêt. Hate hînbûn ku Gulşen Kandemîr hatiye binçavkirin.

Hat diyarkirin ku Gulşen Kandemîr di encama raporên Lijneya Lêkolîna Sûcên Malî (MASAK) ên di dosyaya Hayatî Kaytan de cih girtiye bi îdiaya "alîkarî û piştgirî daye rêxistinê" hatiye binçavkirin.

Hayatî Kaytan di sala 2001’an de li bajarê Qamişlo ji aliyê rejîma Sûriyê ve li Sûriyê hat girtin û di sala 2003’an de radestî Tirkiyê hat kirin.