Li Lubnanê zêdeyî 842 hezar kes ji cîhê xwe bûne

Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Jens Laerke diyar kir ku li Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê zêdetirî 842 hezar kes ji cîhên xwe bûne.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jens Laerke di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî de nirxandinan kir. Jens Laerke diyar kir ku artêşa Îsraîlê îro danê sibê ji bo herêmên li taxên başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê daxwaza "koçberkirina bi darê zorê" kir, Jens Laerke diyar kir ku ji ber êrîşên esmanî yên tund ên ku di demeke kin de dest pê kirine, "pêlek koçberiyê" ya nû hat jiyîn. 

Jens Laerke wiha got: "Li gor texmînan di van rojên dawî de 50 hezar kes ji Baalbekê derketine, piraniya wan ber bi herêmên bakurê Geliyê Bekaayê ve diçin. Gelek kesan şeva xwe di wesayîtên xwe de derbas kirine." Jens Laerke bal kişand ser wê yekê ku li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ji ber daxwazên jicîhûwarkirina bi darê zorê ya Îsraîlê û êrîşên piştî vê yekê hejmara koçberan zêde bûye û wiha got: "Bi giştî zêdetirî 842 hezar kes. ji cih û warên xwe bûne, zêdetirî nîvê wan jin û zarokên keç in."