Li Şehbayê ji ber mayîna çeteyan ji malbatek 5 kesan birîndar bûn
Di saetên piştî nîvroj li gundê Til Qireh a Şehbayê di encama teqîna mayînek ya çeteyan de di nav de jin û zarok 5 kesan ji malbatek birîndar bûn.
Şehba- Îro saetên piştî nivroj li gundê Til Qireh a Şehbayê malbetek ji koçberên Efrînê dema di nava zeviyan de zeytûnan berhevdikirin mayinek çeteyan teqîya. Di encama teqînê de 6 kes ji malbetekî ne birîndar bûn. birîndar bûn. Navê kesên ku birînda bûne wiha ne; Reşîd Mustafa 24 salî, Mihemed Mustafa 20 salî, Cemîla Mustafa 47 salî, Cûslîn Mustafa 2 salî û Ehmed Mustafa 50 salî.
Ji ber birîna Cemîla Mustafa û Reşîd Mustafa giran bûn ew rakirin nexweşxaneya bajarê Helebê.