Li Lîbyayê jin li dijî tundiyê amedekariya qanûnek taybet dikin

Parlamenter Saltanat Al-Mismarî ragihand ku jinên endamên Parlamentoya Lîbyayê bi hevkarî bi sazî û rêxistinên sivîl ên jinan re, ji bo derxisyina qanûnek taybet ku jinan li dijî tundiyê diparêze dixebitin.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî – Li Lîbyayê bûyerên tundiya li dijî jinan di astekî girîng de zêde dibe, mafên jinan ên ku bi hin qanûnan tê misoger kirin jî di bin xeteriyê de ye. Li welat her ku tundiya li ser bingeha zayendî zêde dibe, têkoşîna jinan jî zêde dibe. Jin ji bo bidawîanîna tundiyê projeyan pêş dixin; qanûnên parastinê sererastkirin dixwaze. Parlamentera Lîbyayê Saltanat Al-Mismarî ragihand ku ji parlamentoyê komek endamên jin  bi hevkarî rêxistinên civaka sivîl ên jinan li welat, ji bo derxistina qanûnek taybet a têkildarî parastina jinan ji tundiyê û mafên wan ên destûrî diparêze dixebitin.

'Hebûna jinan a di siyasetê de qels e'

Saltanat Al-Mismarî ku ji ajansa me re axivî, bal kişand ser geşedanên di sala 2011'an de li welat pêk hatin û diyar kir ku jinan di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstin. Saltanat Al-Mismarî diyar kir ku tevî berfirehbûna qadên têkoşînê, hebûna jinan di qada siyasî de hîn qels e û wiha got: “Tevî ku bi hezaran jin beşdarî hilbijartinên parlementoyê û heta serokomariyê bûn û ji bo gelek pozîsyonên serokatiyê bûn namzet jî, lê hîna jî beşdarbûn kêm e. ji ber nebaş pêkanîna yasa û yasayan. Di sala 2012'an de beşdariya jinên Lîbyayê di pêvajoya yekemîn a demokratîk de ji sedî 45 bû. Tevî di demên borî de pirsgirêka ewlehiyê ya li welat, teqîn û aktîvîstên jin ji aliyê aligîrên tundrewan ve hatin hedefgirtin jî, rêjeya beşdarbûnê erênî bûn."

'Civak jinan qebûl kir'

Saltanat Al-Mismarî da zanîn ku li Lîbyayê pêşketina jinan a performansa xwe ya di qada siyasî de, di heman demê gelek qadan jî pêşdixe û wiha got: "Em di hikûmetê de jinan di erkên wek Wezareta Karên Derve û Edaletê de dibînin. Ev erk cara yekem e ku aliyê jinan ve tên pêkanîn.” Saltanat Al-Mismarî balkişand ser girîngiya hebûna jinan a di saziyên perwerdehiya bilind a welat de, dest nîşan kir ku jinan pozîsyona dekana zanîngehan an dekana perwerdehiya bilind, divê tevlî pêkhateyên îdarî yên zanîngeh û zanîngehan bibin.

Saltanat Al-Mismarî wiha got: "Civaka Lîbyayê hebûna jinan di asta bilind de qebûl dike. Ji ber ku qanûnên Lîbyayê gelek tevlî vê hebûnê dibe, zehmetiyên ku jin di jiyana giştî de pê re rû bi rû dimînin, li gorî salên berê kêmtir bû.”

'Jin xwedî roleke çalak in'

Saltanat Al-Mismarî bal lê kişand ku jinên Lîbyayî di afirandina guhertinan û dîtina çareyan ji qeyranên ku welat derbas dibe de xwedî roleke çalak e û wiha axivî: “Di guherîna mezin a siyasî ku Lîbyayê şahidî kir de, dibe di aliyê jinan de qanun bên derxistin û dikarin bi giştî tevlî pêvajoya siyasî bibin. Jin di vê pêvajoyê de xwedî derfetek wisa ye. Pergala qanûnî ya li Lîbyayê ewlekarî û parastina civakî ji jinan re misoger dike. Mînak Qanûna Kesayetî, yek ji wan qanûna ne ku herî zêde mafên jinan piştgirî û garantî dike, lê divê di rastiyê de were pêkanîn.”

Saltanat Al Mismarî a diyar kir "Armanca beşdarbûna jinan di Şoreşa Sibata 2011'an de ew bû ku hawîrdoreke demokratîk ku wekhevî, edalet û mafan ewlehî dike" axaftina xwe wiha domand: “Dema tevgera Îslamî hat hikûmet e, ev destkeftî ji aliyê jinan ve dihat windakirin, lê jin ji bo parastina destkeftiyên xwe xebitîn. Tevgera femînîst a ku derketholê ji bo jin di organên rêveberiyê de cih bigire dengê xwe bilind kir û mekamên qanûnê jî gav paşve avêt û daxwazên jinan qebûl kir.”

Li ser qanûna taybet dixebitin

Saltanet Al-Mismarî dest nîşan kir ku qanûn di sahayan de nayên cîbicîkirin û balkişand ku sedema vê  yekê xirabbûna rewşa ewlehiyê û lawazbûna saziyên giştî û rêveberiyê ye. Saltanat Al-Mismarî têkildarî nebûna qanûneke taybet ku jinên Lîbyayî ji tundûtûjiyê diparêze û mafên wan diparêze de da zanîn ku jinên endamên Parlamentoya Lîbyayê bi hevkariya sazî û rêxistinên sivîl ên jinan ji bo derxistina qanûnek taybet a parastina jinan a li dijî tundiyê dixebitin.

Saltanat Al-Mîsmarî diyar kir ku "Zêdekirina ewlehiya civakî ya jinên Lîbyayî , parastina rûmet û mafên xwe destkeftiyek e" û da zanîn qanûn dê di pêvajoya pêş de ji bo pêşkêşkirina rojeva Parlamentoya Lîbyayê amade be.