Li Koye mihrîcan: Berhemên çanda Kurdî hatin pêşandan
Li Zanîngeha Koye bi boneya salvegera ragihandina însiyatîfa zanîgehê mihrîcanek hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek berhemên çanda Kurdî hatin pêşandan.

Koye – Zanîngeha Koye ya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya xizmeta ji bo civakê ya plana stratejîk a 2023-2027’an de ji bo parastina çandê dixebite û bi boneya salvegera ragihandina însiyatîfa zanîgehê mihrîcanek lidarxist. Di mihrîcanê de gelek çalakiyên çandî çêbûn.
Beşa zimanê Kurdî ya fakulteya perwerdeyê bi hevkariya pirtûkxaneya navendî ya zanîngeha Koye pêşangeha berhemên destan ên çanda Kurdî vekir.
Xwendekarên jin ên zanîngeha Koye çanda Kurdî zindî dikin
Xwendekara beşa ziman û wêjeya Kurdî ya li zanîngeha Koye Cîhan Resûl bi çêkirina nan beşdarî mihrîcanê bû wiha got: “Îro ez nanê kade çêdikim, bi armanca jibîrnekirina pîşeya dayikan û jinan ku di serdema kevin de berdewam kirine û keçên xwe zû fêrî çêkirina nan kirine. Nanê kade bi pîvazên şîn, hinek şînahî û rûn tê çêkirin. Kade yek ji wan xwarinên xweş e ku ji bo mêvanan tê amadekirin û li ser sêlê tê çêkirin. Bi dew re tê vexwarin. Li hinek herêmên cuda bi rîçalê tê xwarin û hinek herêm jî bi rûn dixwin. Çêkirina nan li gorî herêman tê guhertin.”