Ji KJAR’ê Rozerîn Kemanger: NADA dikare me bighîne pêşerojek hevpar

Berpirsyara dîplomasiya KJAR’ê Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Zeynep Celaliyan ku girtîgeha Îranê de ne, di rojeva Kongreyê de bûne û got ku pêkhateyên wek NADA, dikarin wan bighînin piştgirî û pêşerojek hevpar.

Silêmanî – Hevgirtina Jinên Demokratîk ên Herêmî yên Rohilata Navîn û bakurê Efrîqayê (NADA), li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi slogana “ Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civaka Demokratîk ve” yekemîn Kongreya xwe lidar dixe. 200 delegeyên ku ji 19 welatên cuda hatine, beşdarî kongreyê bûn. Berpirsyara dîplomasiya Civata Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR)’ê Rozerîn Kemanger diyar kir ku jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî bûne û di rojeva kongreya wan de jinên girtî hene.

'Kongre li ser çareserkirina pirsgirêkan û lêgerîna çareseriyan disekine'

Berpirsyara Dîplomasiya Civata Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) Rozerîn kemanger wiha axivî: “Kongreya ku du roj berê hatiye destpêkirin, piştî axaftina vekirinê, bi panelek berfireh berdewam kir. Ji 19 welatan ji 200’î zêdetir delege an jî jinên aktîvîst beşdar bûn. Navenda nîqaşan, li ser ferasete zilamê serdest ku çawa careke din di qada civakî, hiqûqî, siyasî û malbatî de xwe ava dike bû. Lê vê carê ya cuda ew bû ku perspektîfên Jîneolojî rê nîşanî nîqaşên me dida. Nêzîkatiyên ilmî û felsefîk ku ji tekoşîna jinan derketiye, ji bo avakirina pêşerojek cuda hêvî dide.”

‘Doza girtiyên jin ên Îranî di rojevê de bû’

Rozerîn Kemanger ragihand ku di kongreye de jinên aktivîst yên Îranê jî cîh girtine û wiha got: “Di xebatên atolyeyan de Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Zeynep Celaliyan ku demek dirêj e di girtîgehê de ne, navên wan hatin nirxandin. Ger ku têkoşîna ji bo wekheviyê ne sûc be, çima derheqê van jinan de biryara darvekirinê tê dayîn? Çima dengê jinên Îranî tê birîn? Em naxwazin têkoşîna van jinan ji bo azadiyê tenê di nav sînorên Îranê de bihêlin; Divê ev mijar bibe rojeva herêman."

Bangaji bo pêşerojeke hevpar

Rozerîn Kemanger bal kişand ser rola NADA’yê ya wek tora herêmî û got ku divê jinên Rojhilata Navîn di bin hevgirtinek hevbeş de hêzên xwe bikin yek. Rozerîn wiha got: “NADA, ji bo jinan vediguhere bingehek girîng a girêdanê. Di kongreye de pêşniyara avakirina hevgirtina jinên Rojhilata Navîn ku karên hevbeş ên jinan ku sînoran derbas dike, hat pêşkêşkirin. Kombûyînek wiha dê me ber bi pêşerojek hîn hevgirtî û kollektîftir ve bibe.”