Li Kobanê ya ku ji erdhejê bandor bû gel li konan dimîne
Erdheja bi pileya 7.7 ku di şefqa 6'ê Sibatê de li Mereşê pêk hat, dirêjî Rojavayê Kurdistanê jî bû. Li yek ji bajarê ku ji erdhejê bandor bû Kobanê gel ji ber zirarên ku li malan çêbûye di bin konan de dimîne.
Kobanê – Di roja 6'ê Sibatê de, demjimêr 04:17 AM, li bajarê Mereş yê Bakurê Kurdistanê erdehejeke bi pileya 7.7 pêk hat. Ev erdhej ku bi navê Erdheja Sedsalê tê pênasekirin, bandor li bajarên Bakurê Kurdistainê, Tirkiyê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir. Di encama erdheja ku karesateke mirovî bi xwe re anî, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran birîndar in û ziyanên gelek mezin gihîştin malan.
Bajarê Kobanê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, ji erdheja ku navenda wê Mereş bû bandor bû. Ji ber vê 3 kes birîndarbûn, bi dehan mal hilweşiyan û bi dehan avahî ziyanên mezin dîtin ku êdî kes nikare têde jiyan bike. Ji vê rewşê, Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe kirin seferberiyê da ku tedbîrên pêwîst bigre. Ji lewra li navenda bajarê Kobanê gelek kon li cihên bi ewle hatin vekirin, her wiha şaredariya Kobanê malên xerabûyî hildiweşîne û bermahiyên hilweşandinê paqij dikin.
Erdheja ku ev çend roj in bi pileyên sivik dewam dike, di nava gelê Kobanê de metirsiyên mezin avakiri ye.
Li Kobanê mal hilweşiyan
Medîne Osê ya 67 salî ku li taxa Miktelê dijî, tiştên ku jiyan kir wiha anî ziman: "Ez ji nişkava şiyarbûm ku min dît dinya dizîvre, balîf û xaniyên me diçin û tên. Destpêkê min got belkî kes li deriyê me dide, keçika min jî got ku birûsk e. Piştre deng û lerizandin dijwartir bû ku me ferq kir erdhej çêdibe. Em yekser ji nava livînê derketin, keçika min bi destên min girt û em derketin derve. Mala min ziyan nedît, tenê hinek boyax ket. Lê di aliyê derûnî de em mirin, ez bi xwe gelek tirsiyam ji ber ku me heta vê rojê bûyerên bi vî rengî jiyan nekiriye. Li Kobanê rewşa hemû gel di vê astê de ye, bi dehan mal û avahî hilweşiyan. Danê şev em hemû ji malên xwe derdikevin û em li pêşiya malên xwe rûdinin. Hêvî û daxwazên min ew in ku ev rewş bi rengekî aram û ewle bi dawî bibe ku em êdî rehetiyê bibînin."
‘Me got qê balafirên şer in’
Bakîre Sincar ku li taxa nû jiyan dike wiha behsa rewşa li Kobanê kir: "Temenê min 50 sal in û ev cara yekemîne ku ez rewşeke bi vî rengî dijîm. Şefaq bû, em her kes di xew de bûn. Carekê me dît deng tê û erd diheje, em nizanin gelo balafirên şer me bombebaran dike, şer destpêkiriye, ango tiştekî cuda diqewime. Ji lewra me tirseke ku nayê pênasekirin jiyankir. Me xwe li gor gef û bombebarana dewleta tirk amedekirbû, lê erdhej afteke xwezayî ye ku rê li ber nayê girtin. Ji ber vê em gelek bandorbûn û me heta niha jî şoqa erdehejê derbas nekiriye. Bi giştî rewşa gel ne baş e, bi dehan mal hilweşiyan û zirar dîtin, ji ber vê bi dehan malbat di vê sermaya zivistanê de li kolanan û di bin konan de ne. Lê dîsa jî rewş ji aliyê Rêveberiya Xweser de di bin kontrolê de ye."