Li Kirmanê kirîna benzînê ji bo jinên motosiklet diajon hat qedexekirin

Li bajarê Kirmanê yê Îranê firotina benzîn ji bo jinên ku motosikletê bi kar tînin hat qedexekirin. Hiqûqnasan ji jinan xwest li hemberî qedexeya dijqanûnî gilî bikin.

Navenda Nûçeyan- Bi daxuyaniyek nivîskî ya ku li ser benzînxaneyên Şîrketa Netewî Belavkirina Berhemên Petrolê li bajarê Kirman ê Îranê hat belavkirin, firotina benzînê ji motosîkletên jinan re hat qedexekirin.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ku ji xebatkarên benzînxaneyê hatiye xwestin wêneyên jinên bi motosîkletên ji bo kirîna benzînê hatine bikşînin.

Hiqûqnasan bertek nîşan dan

Ruxmê ku li Îranê bikaranîna wesayîd û motosîkletan ji bo jinan qedexe nîn e jî Navenda Perwerde û Şêwirmendiya Hiqûqî ya Dodbanê bertek nîşanî daxuyaniyê da û bang li jinan kir ku li dijî qedexeyeke wiha giliyê xwe bikin û di berdevamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji aliyekî din ve mafên hemû welatiyan ew e ku ji avahî û xizmetên giştî sûdê bigrin û tu faktorek, tevî zayend, nikare pêşî li mafên welatiyan bigre û sînordar bike. Nabe ku tu gef û qedexe li ser welatiyan were kirin. Ev mînakeke zelal a cudakariya zayendî ye.