Li Kampa Holê 2 zarokên keç hatin qetilkirin
Hate hinbûn li Kampa Holê ku weke nişteciha herî xeternak a cîhanê tê zanîn, 2 zarokên keç hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Kampa Holê li Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digre û wek kampa herî xeternak a cîhanê tê zanîn, cenazeyê 2 zarokên keç yên temena 11 û 15 salî hat dîtin.
Li gorî agahiyan çavkaniyên ji kampê diyar kirin ku hêzên ewlekariyê yên berpirsyarên parastina kampê, li beşa Koçberiyê ya ku jinên DAIŞê lê diman cenazeyê aîdê 2 zarokên keç dîtine. Di nava agahiyan de hat diyar kirin ku zarok bi eslê xwe Misirî ne, lê heta niha der barê nasnameya wan de tu agahî nehatiye zanîn.
Tê zanîn di kampa ku piranî malbatên endamên DAIŞ’ê lê dimînin de, gelek jin û zarokên keç ku tê diyarkirin guh nedane fermanên DAIŞ’ê, hatine qetilkirin.