‘Em ê bi xebata xwe pêşî li şîdetê bigrin’

Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê roja tekoşîna bi şîdeta li hemberî jinan re Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê dest bi rêzeçalekiyên xwe yên 25’ê Mijdarê kirin.

Şengal – Jinên Êzidî yên bi fermana 74’an rastî tundiya herî giran hatin bi rêxistinbûn û xebata xwe têkoşîna li dijî tundiya li ser jin bilind dikin. Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Yekitiya Jinên Ciwan ên diyar kirin ku wê heya 25’ê mehê çalakiyên xwe yên cur ber cur berdewam bikin, starta xwe ya çalakiyan bi belavkirina belavokan dan destpêkirin.

Çerxerê bi wêneyan xemilandin

Duh li navçeya Sînûnê ya Şengalê jinên ciwan belavok belav kirin û derdora çerxeriya Mam Zekî bi wêneyên têkildarî zext, zewaca di temenê biçûk de daliqandin her wiha wêneyên şehîdên jin ên ên ji bo azadiya jinan û civakê canê xwe feda kirine bilind kirin.

Li ser mijarê, ji endamên Yekitiya Jinên Ciwan Hediya Hecî û Zîlan Şengalî ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku her çiqas guhertin di nava civaka Êzidî de heye jî lê hê jin di civakê de rastî zext û zilmê tên û dan diyaririn ku weke jinên ciwan ew ê ji bo hişyarkirina jinên ciwan û ji bo guhertina civakê bi erka xwe rabin.