Li Hewlêrê şewat: 14 kes jiyana xwe ji dest dan

Şeva bûrî li navçeya Soran a girêdayî Hewlêrê agir bi avahiyekê ket û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birînda bûn.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Soran ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê şeva bûrî agir bi avahiyekê ket. Di encama şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku li avahiya ku berê ya Zanîngeha Soran bû di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de mamoste û xwendekar hene.

Rayedarên Miduriyeta Tendirûstiyê ya Soran, diyarkir ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber dukêlê xeniqîne.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin ji wan 14 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 kes Kurdên Rojavayê Kurdistane, 3 kes xelkê Çûmane û her wiha ên din jî xelkê herêma Soran û bajarê Hewlêrê ne.

Li gora daxuyaniya Rêveberiya Îdareya Soran Helgurt Şêx Necîb, ji bo kesên ku jiayan xwe ji dest dane li Îdareya Soran 3 roj şîn hatiye ragihandin.

Hikumeta herêmê ji bo lêkolînkirina sedemên şawatê biryar da ku komîsyonek taybet were avakirin.